Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh lidar xist

 

Roja înê 4.11.2022an, li bajarê Qamişlo, li ofîsa PDK- S, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya civata xwe ya berfireh li gor peyrewa navxweyî bi amadebûna desteya cîbicikar, desteyên şaxan li hundirê welat, herdû şaxên Kurdistanê – Duhok û Hewlêr û nûneratiya Ewropa hat lidarxistin.
Civatê destpê kir bi xuleyeke bêdengî li ser hemî pakrewanên Kurd û Kurdistanê û hemî pêşengên ku rahiştibûn pênûsê û jiyana xwe qurbanî wêje û edebiyata kurdî kirin.
Her wiha civat berdewam bû bi guftûgokirina van xalan:

 

1- Xwendina raporta desteya cîbicîkar ji aliyê serokê Yekîtiyê ve mamoste Luqman Yûsif.
2- Xwendina raporên hemî şax û nûnertiya yekîtiyê, kesên xwendin ev bûn:
1- Dêrik- Ehmed Sofî. Endamên desteya cîbicîkar.
2- Girkêlegê û Çilaxa- Qasim Mer`îka. Serokşax
3- Tirbespiyê- Selah Beyro. Serokşax.
4- Hesekê- Syfedîn Qadirî. Serokşax.
5- Dirbêsiyê- Selah Mîrza. Serokşax.
6- Amûdê-  `Ebîr Dirê`î. Serokşax.
7- Qamişlo – Fêsel Qadirî. Serokşax.
8- Duhok- Vanês Mîranî. Serokşax.
9- Hewlêr. Elî Şêxo. Serokşax.
10- Ewropa – Ebduleziz Qasim. Berpirsê çalakiyan.
3- Rewşa rêxistinî.
4-  Têkiliyên yekîtiyê bi giştî.
5- Têbînî û pêşniyar.
6- Danîna nexşerêyek ji bo pêşeroja Yekîtiyê.
7- Kongirê yekîtiyê ku dê lidar bikeve di dema xwe de.
8- Rewşa kovara Pênûsa Azad, hat xwendin ji layê mamoste Birahîm Qasim ve, Endamê desteya nivîsînê.
9- Rewşa ragihandinê, hat xwendin ji layê mamoste Muhemed Ebdê ve , berpirsê giştî û berdevkê fermî yê yekîtiyê.
Hêja
ye gotinê guftûgoyên pir dirêj û bi nirx hatin kirin ji bo çawaniya
bilindkirina asta yekîtiyê di hemî waran de, ziman, wêje, kultûr,
çapkirin û têkilî.
Di dawî de spasiya hemî endamê yekîtiyê hat kirin li ser berdewamiya wan di xizmeta ziman û wêjeya kurdî de.
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya
Qamişlo
4.11.2022

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…