bîranîna (18) saliya koçkirina Ferhad Çelebî

Di / 31 / 10 / 2004an de xebatkarê hêja û helbestvanê ciwan heval (Ferhad Çelebî) Endamê komîta navendî ya partiya me bi bûyereke tirafîkê ew û Du birayên xwe koça dawî kirin.
Hevalê Ferhad partîzan ,  helbestvan , çêroknivîs û rojnamevanekî çalak bû , bi dirêjahiya salan ji ciwaniya xwe de heya bi kêliya dawiyê ji jiyana xwe di xebata rewşenbîriya kurdî û karê partîzanî de berdewam bû , herwiha ji bo zengînkirina pirtûkxaneya kurdî wî dîwanek helbest û hin gotar li ser rêzimana kurdî  nivîsandin û kovara (Zanîn) ji gelê xwe re hişt.
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de bi rêzgirtin li hember bîranîna (18) saliya koçkirina wî radiwestin û dibêjin : Hevalê Ferhad tu namirî tê herdem di rûpelên rewşenbîriya kurdî de bijî.
31 / 10 / 2022

Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…

Rêxistina Jîyostratîcîk ya Civaka Sivîl a Kurdî vê bangewaziya lezgîn ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk, Hikûmeta Şamê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û mirovî, her weha ji raya giştî ya Sûriyê, herêmî û cîhanê re dike, li ser rewşa mirovî ya dijwar a hezaran welatiyên Kurd ên ku piştî salan ji koçberiya bi zorê vegeriyane bajar…