welateme

Diyarî bo siyasî û rewşenbîrên Kurd. Ev helbest bi awakî galtebêj hatiye hûnandin, bi hêvî me hûn, herdû alî, dilê xwe negirin.

Beyar Umer

I
Yaho, yaho, ev kî ne?!!
Yek saxlem e, sê kurmî ne.
Do bêbext in, çar kovî ne,
Partîzanên kurdewarî ne.

Yaho, yaho, ev kî ne?
Yazde partiyên kurdî ne,
Partiyên kurdê Sûrî ne,
Ne yazde ne, sed serî ne.

Yaho…

Arjen Arî

Gelo, serdema ku nivîskar û rewşenbîrén qewmé jérdest, én ku waré wan parî parî, axa wan bi postalén reş û paletén tenqén* rûhebeş her bihust wekî qajik té cûtin; daqulî qevirekî bibin û di dagirkerén xwe werbikin, li paş ma?
Wan rojén ku zarokén keviravéj ji ber téwerkirina kevirekî di siwareya polisan, ji héla…

Mehmûd Badilî

bi çavekî şil
kulîlkên destê we
li peravê rewanê xwe av didim
û bi dilekî kul

şemalên dengê we
li kolanên xewnxur vêdixim
û bê pişt û mil
bargiraniyên xewnên we
li ser maseya sipîdeyê rêdixim.
va ez li nav we me
û di nav we de
zendên xwe ji we re dikim rê
û ji azadiyê re jehên nû li ser çê dikim.

Ciwan Dêrikî

Dema cenga cîhanê ya yekemîn , ku împeratoriya osmanî qels û lewaz ket , miletan serî hildan û li kesatiya xwe ya neteweyî pirsîn , û paşî jî serbixwe bûn .ew dem derfetek zêrînî bû ji kurdan re jî . lê kurd ne amade bûn , bê rêxistin û bê hêz bûn ….

Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl.
Çavdêriya zimanî: Mustefa Reşîd

Di çarçewa cîhanî da:
Di havîna sala 1967-an da, ez lê hay bûm, ku welatê Cezayir mamosteyên dibistanên seretayî daxwaz dike. Tevî ku min bawer nedikir ezê werim pejirandin, min dît a baştir ewe, ku ez vê keysê ji dest xwe bernedim, lewra min bi lez belgeyên xwe xistin…

Siyamend Brahîm*

Min di zindanê Qamişlo de Buhara guhertinê dît, dîtina me jî di riya kenalên televizyonî de destpêkir, Em birrek xortên Kurd û Ereb li gorebana zinadana Qamişlo digeriyan, û kurte pista me li ser buhara rohilata navîn bû, buhara ku ev rêjîmên hesinî yek bi yek herifandin, Em dibeşirîn, goft û go ya…

Konê Reş

– 1 –
Hin bi hin germê pişta sermê dişkenand, serme ji ber germê bi paş de vedigeriya û di şûn de germê cihê xwe dadigirt. Tîrêjên roka xwe a zêrîn bi ser asoyê vî bajarê xemgîn de berdida… Ev bajarê ku ji dûr ve wek benderekê, di nav du deryayên şîn de…

Yasîn Hisên
Amûdê

Ez Hemza me, hûn min nas dikin?
Hemzayê Pêlewan
Kurê Xwedê û Yezdanan…

Tê bîra we…dema hîna we diranê şîrî derdixistin, min ji kezeba xwe dida we?
Tê bîra we…dema min hêsirên xwe dikirine kom û mîna ziryana di çavên celadan de dipijiqand?

Ez payebilindê şehîda me…
Ez birayê pêxembera me…
Ez perîka bi sînga xwe ve vedikim…
Ez du keviran diavêjim…

Brahîm Mehmûd

Di dema ku em têdene, dema ku pê mijûl dibin, gelek helwest xwe ber bi çav dikin, ku mirûv serdem dikin, ew jî yaseya guhertinê ye, tu kes nikare xwe ji bin bandora wê derxîne, an xwe dûr bixe.
Ew dîmena guhertinê ye, jiyan pêre pêre xwe bi nav dike.
Lê yaseya civakê ne yaseya…

Heyder Omer

Cegerxwîn bibore, ev bû du car in, bê destûr ez vê pirsa te dixebitîn im, tevî ku beriya bêtirî 50 salî te ev pirs ji Reşîdê Kurd kiribû, lê dibînim heya îro jî watedariya xwe diparêze, û min û yên wek min, neçareyî dubarekirinê dihêle.
Gava Reşîdê Kurd carekê ji Şamê vegerîbû, Cegerxwîn…