Fîspoka ken û girî

Brahîm Mehmûd
 
Di dema ku em têdene, dema ku pê mijûl dibin, gelek helwest xwe ber bi çav dikin, ku mirûv serdem dikin, ew jî yaseya guhertinê ye, tu kes nikare xwe ji bin bandora wê derxîne, an xwe dûr bixe.
Ew dîmena guhertinê ye, jiyan pêre pêre xwe bi nav dike.

Lê yaseya civakê ne yaseya xuristiyê ye, ew bi gelek şêweyan diyare.

Di vê pênava han de, hinek mirov hene , bê vîn in, an bê asoyên pêşbînî ne, di lêmişta rojane de ne, qilopazî dibin, û di ser re jî dixwazin xwe têxin sînga dîroka tekûz de.

Ev jî fîspoka ken û girî ye, seravî ye! Ev xalik şîrovekirinek jê re divê!
Di bûyera ku em tê de ne, têne kilan, her yek bi wêneyekî, her yek xwe dapêş dike bi rengekî, xweş ber bi çav dibe yê ku xwe dinixumîne an xwe disêwixîne, an xwe li valî walî dixe, bi mebesta ku xwe biçesipîne.
Lê xuyaye: yek dikine, û yek digirî, hrdû jî dergûşkî dikevin:
Di vir de, ken dibe hewldanek têkçûyî, lê girî, hewldaneke nixumandî ye, bê çare ye.
Jixwebihêvî, xwedapêşkirin, xwedanasîn, di qorziyên teng de, karên wane, ev mirovên maqûl.
Di herdû nimûnan de, asoyeke pêşbînî tune ye.
Di nav me de, di warê quretî ye , zirtan de, gelek hene ji kesên ken û girî ne.
Bi kurteyî, û yekser: Ew jî j qûn tengî ye.
Dibe ku mirovek bibirse:Ma ev bi nav nab in?

Çawa bi nav nab in,îca, di bera yê dizanibe ji yê nizanibe bibêje, û hew!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…