Kufr û zilm

Arjen Arî

Gelo, serdema ku nivîskar û rewşenbîrén qewmé jérdest, én ku waré wan parî parî, axa wan bi postalén reş û paletén tenqén* rûhebeş her bihust wekî qajik té cûtin; daqulî qevirekî bibin û di dagirkerén xwe werbikin, li paş ma?

Wan rojén ku zarokén keviravéj ji ber téwerkirina kevirekî di siwareya polisan, ji héla ‘dadgerén’ dadgehé ve wekî ‘terorîst’ hatin dîtin û sal li wan hate birrîn,
di vé qunciké de min bangek kiribû, ku li tevî dé û bavan her kes dakeve kolanan; kevirekî peyda nekin jî, daqûlî zixurekî bibin û tepizkî bavéjin hézén ku di her xwepéşandané de dikin ku çavén qewmekî, ji ber bombeyén xazé bibe serkaniya hésran…
Sed heyf; li tevî dozgerén ku weşana kurdî peyv bi peyv dişopînin, kesekî negotibû ‘ ew é han çi dibéje’?
Tiştekî sembolîk be jî; té gotin, ku Edward Seîd di dema ku zarokén întîfadayé, ‘generalén biçûk’ én Yaser Arafat ku li artéşa dagirkerén xwe mîna ‘teyren ebabîlen’ hatibûn xezebé, di seredaneké de ew jî radihéje kevirekî û di héla Îsraîl werdike!
Kevirek kare çi bike ji hézedesthelatén dagirker én  mîna eyloyekî baskreş welatek xistibin bin per û baskén xwe û  li ser termé axa wî  bûbin teyrén berete?!
Lé kevirek, kevirekî ku ji desté rewşenbîrekî derkeve û seré polisekî bişikîne, bawer im bi qasî tékbirina arteşekî di qada şer de, dé kartéker û xwedî bandor bûya li ser raya giştî a hundirîn û a derveyî…
Dîsa jî, kevir-nameya ku ji desté romannûsa héjayî rézé Oya Baydar deketî, héjayî bû ku nivîskarén kurd jî bi ‘kevirén’ peyva kurdî bibin ‘keviravéj’!
Baydar, bi nameyeké be jî ‘kevirekî’ di serokwezîr û desthlata îroyîn werdike, ji ber newérekiya wan a di biwaré çareserkirna pirsa sereke,pirsa kurd de!
 Li gorî wé jî, rayedarén ku 80-90 sal in  bi tirsa ku dé welaté wan dé were peçekirin, di her delîveyé de- digel ku tégehén wekî demokrasîyé, mafé mirovan, dewleta dadwer-wekî qajikekî pûç dicûn- ji bedéla ku nexşeriyeké deynin ber xwe û li ser maseyeké li gel kurdan rûnin; wekî her hikumeta rişmé desthelaté xiste destén xwe, ev  hikumet jî dixwaze di heman dolabé de heman résî bigerîne…
Ji roja  ku Tevgera Azadiyé biryar da ku qada demokratîk vala nehéle, û ‘pirsé’ bi riya parlamenterén hilbijartî hilgire parlamentoyé û bi vir de, çi hate guhertin?
Wé demé jî – heta ku li péşberî çavén dinyayé parlamenterén kurd  xistin erebeyén toros û beré wan bidin zîndanan- di her bernameyé de pirsek ji wan dihat kirin: PKK terorist e, an na?
Êéé…niha?
Niha jî – bi taybetî gotinén serokwezîr én di şîvdayîna malbatén şehîdan de, ‘yén ku vebirkeké/mesafeyeké nexin navbera xwe hinén din  (ji mesafeyé mebest PKK û Parlamenterén Eniya Kedé ne- dé bi tişta ku li héviyé ne rûbirû bibin’; ma ne wekî pirsa berî niha bi 20 salan ku ji parmenteran dihat kirin e?

Di demeke ku piştî hilbijartinan herkes li héyî ye ku bayé şer raweste, yé hénik hénik nesîmî pél bi pél biwirwire, serokwezîré ku serokerkan kir ‘kizîré’ milé xwe yé rasté, wisa dixuye ku dixwaze rahije rişmé hespa ereba şer û ew bajo, ew tékeve ber:
Piştî Remezané Xweda ji me û wan re mezin e!
Eşhedûbilleh, Xweda mezin e.
Xwedayé mezin zane kî zalim e kî mezlûm e?
Û Xweda, ji zaliman béhtir yé mazlûman e, bawermendé Xweda!
Peyva péşiyén ereban a ku hinek dibéjin peyva Nebî ye, bînim bîra te:
El kufr yiddewim, zilm mayidewim!*
*kufr didome,zilm nadome!
17/08/2011/A.Arî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Yusra Zibêr

Bi pênûsa xwe ya nenas binivîsînim

Xêzên winda li jiyanê birêsînim

Armancên dûr tev keseran bihûnînim

Li asoyan tîpên nexwya bi civînim

Rewşa tarî ji jiyana xwe dûr xînim

Demên bûrî dev sawêran binerxînim

Hêdî hêdî pêlê derya bi hejînim

<p...

Burhan Hesso

Bitenê,
tê here nemaya xwe,
ja tijjjjjjjjjje tunebûn, çendîn rêka goristanê dirêj be
Tu nawestî
Mîna laşekî vala , ji goşt
Ji hestiyan
Ji xwînê
Ji rehan
Tê laşê xwe ê westiyayî ji xwe deynî,
bi kenarê xemgîniya xwe ya kevnar ve daliqînî!
Û bi kurepist, tê ji xwe bipirse
Qey tu Dîn î ?
Xwe nabîn î ?
Ev çi kîn î ?
Loma wilo bêmirês î
Û…

Yusra Zibêr

Dinavbera dan û standina ku îro li kolanê kurdî tê kirin piştî rûxandina rêçîma Esed ewe yek rêziya kurdî dinavbera hedû beşên serkede Enks û Pyd ê

Lê gelo doza yek rêziyê durste ?
Bo çi em nabêjin lihevkirin û rawistandina li ser kêşa netewî ya gelê kurd rûnên?
Ji ber ku îro derfeteke girîng hatiye holê…

Birêz nûnerê Emerîka
Birêz nûnerê Ferensa
Birêz nûnerên Hevpeymaniya Navdewletî
Silav û rêz

Di destpêkê de, em hewlên we ji bo yekrêziya siyasî ya Kurdî li Sûriyê bilind dinerxînin, û em vê nameyê di derbarê kesûkarên xwe yên wendakirî di zindanên QSDê de arasteyî we dikin.

Birêzino,
Hîn çarenivîsa kesûkarên me di zindanên QSDê de, ji dema revandina wan ve û…