welateme

Sîrwan H. Berko

Di rojên 5 û 6ên vê mehê de li bajarê Duhokê civînek ji bo xebatkarên di warê ragihandinê de ji başûr û rojavayî Kurdistanê pêk hat. Piştî ku par heman civîn ji bo medyakarên ji başûr û bakurê Kurdistanê pêk hatibû, Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê îsal medyakarên ji Kurdistana Sûriyê…

Qado Şêrîn

Mirin, wexta ji bîra me diçe, bi hemd an jî bê hemd em gelek gunehan dikin. Heçê mirin di bîr û bala wî de be gunehan nake.
Ji ber wê me gelek guneh di derbarê Arşevê Oskan de kirin.
Hin kes du caran dimrin, cara pêşî wexta laş û giyan ji hev dixeyidin û cuda…

Idrîs Hiso

Ji ber , gelek , sedemên , core cor , civakî , torevanî , çandî , û abûrî , yên taybet bi miletê kurd . zimanê kurdî dibin metirsîk mezin deye çimkî miletê kurd bi zimanêxwe naxwînin , nanvîsin , ramanan pê nakşînin û bandora zimanê fermî baş cêxwe dîtye li ser mejî…

Xalid Cemîl Muhemmed
-Qamișlo-
Șêwezarên zimanê kurdî diyardeyên kok, binyad, yekbûn û dewlamendiya vî zimanî didêrin, weha jî sîstemên durust û rewa jê werdigirin, di gel ku di hin layan de, ji pêwaneyên zimanê standard dûr dikevin; lewra her yek ji wan, li ser pêwaneyin dengane, guhêrbarî, rêzimanî, wateyî û ferhengî taybet, ava dibe, weha jî kesên…

Di boneya duyemîn sala damezirandina xwe de, rojnameya ” Dilname ” ya iliktronî ya serbixwe, wê weşanê di malpera xwe ya nû (www.dilname.com) de bi herdu zimanên kurdî û erebî berdewam bike.
Hijmara yekemîn ji rojnameya ” Dilname ” di roja ” 1-12-2010 “ê de derket û bi zimanê kurdî hate damezirandin, bi forma “PDF”…

Keça delal! Evê nameya apê xwe, li ber serê bavê xwe bixwîne…

Arşevé Oskan!

Bazê helbestê …Oxira xêrê be …
Min dixwest ez bihna xwe fireh bikim û guhdarî te bikim… Lê xuya ye ji çemê xembariyê em bi hêsanî dernakevin…

Hevalo! Em miletekî béwijdan, sextekar ü derewçîn in…!
Tu zanî çi qas em dijminên hev in, ji hev hez nakin…!
Di…

Êş û xemgîniyeke zor dilê me girt, dema me saloxa koçbûna hevalê xwe yê helbestvan Arşevê Oskan bihîst.
Arşevê Oskan helbestvan û nivîskarê kurd ku bêtirî ji bîst salan ve kêferatek tal û tund dikir bi mirinê re, rû li rû li hember nexweşiya pençeşêrê ya kor û bê dil, lê hevalê me Arşevê Oskan ligorî…

Malbat û dostên helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan bi dilekî xemgîn nûçeya wefata wî radighînin. Arşevê ku di roja yekşemê 25.11.2012an de li Hamburg-Elmanya, piştî kêferatek dirêj bi nexweşiyê re, çûbû ser dilovaniya xwedê.
Behiya nemir dê di rojên şemî û yekşemê, 01-02/12/2012an de li Bremen-Elmanya, katjimêr 12.00-22.00, li ser navnîşana li jêr li dar keve:
Komela…

Mihemedê Seyid Husên

Jana peyamê hingavtime
xemgîniya kêferatê bi kula
penceşêrê re dagîrkirime
li gel koça Arşevê Oskan

ji kovanên dil azirîme
xuricîna lixêvên newaziyên
coşdar li min sincirîne
yadîgarên şahlewendî
pelmarî hestên min bûne
kenyana rûdêmê li hevhatî
tucar jibîr nakim
behremendiya afirandinê
bi stêrkan re pevçiniye
berê xwe ji heyvê guhertiye
çima ku para wî
li evîna qedexe xistiye
çima ku li…

Ehmed mustefa

Ew ne xeyal bû
Ew helbestvan bû
Ew ne xeyal bû
Ew rewşan bîr bû
Ew ne serok û ne pedîşah bû

Ew roman nivîs bû
Ew ne xeyal bû
Ew xwedan dîrok û ziman bû
Ew ne xeyal bû
Ew Arşav OSKAN bû
xwedanê pênûseke ronek bû
Ew ne xeyal bû
Dildarê zimanê xwe bû
roj.ava2011@gmail.com