Rola rageyandinê di nêzîkkirina şêwezarên kurdî de

 Xalid Cemîl Muhemmed
-Qamișlo-

Șêwezarên zimanê kurdî diyardeyên kok, binyad, yekbûn û dewlamendiya vî zimanî didêrin, weha jî sîstemên durust û rewa jê werdigirin, di gel ku di hin layan de, ji pêwaneyên zimanê standard dûr dikevin; lewra her yek ji wan, li ser pêwaneyin dengane, guhêrbarî, rêzimanî, wateyî û ferhengî taybet, ava dibe, weha jî kesên ku wan bikartînin dikarin, li gor keș, dewr û berên civakî û ciyografî, pêwendî û pevgehîștinê di nêv hev de pêkbînin, lê aloziya ku heye ew cudabûn û ciyawaziyên ku di nêv van șêwezaran de sînor danîne, lewra pevgehîștin di nêv kurdên șêwezarekî û yên din de, di rewșeke zor de xuya dike, êdî emrazên rageyandinê dikarin, bi hêsanî, van sînoran rakin, da nêzîkbûneke șêwezarî pêk bê, weha jî wê ziman û ramanê kurdî dewlemend bibin.
Her șêwezarek xwey yasayin taybet, û yasayin hevbeșe, lewra her yek ji wana wêneyeke guhertî û cudaye, lê beșek ji zimanê kurdî ye jî; ango Kurmancî ya bakur, an ya navîn, an ya bașûr, di gel șaxên ku ji wan derhatine, her yek ji wan wêneyek ji zimanê kurdî ye, lê xwey taybetiyekê ye jî, ango tev di koka xwe de de vedigerin zimanê kurdî, belam belavbûn û dûrbûnek, di nav wan de, hate peydakirin, ev belavbûn û dûrbûn bi arîkariya emrazên rageyandinê têtin hilanîn, weha jî, ji ber ku hêz û layên civakî bi rageyandinê ji hev nêzîkdibin, ev emraz sînorên ciyawaziyê, ji nav wan, hiltînin.
Ji zimanê kurdî yê resen șêwezarên Soranî, Kurmancî, zazakî û hin din derketine, lê di kenalên rageyandinê de, bêje, wate, hevwate, derbîr, șêwe û raman, ji șêwezarekî têtin guhestin bal șêwezarên din, lewra ev ji giringtirîn erkên emrazên rageyandinên kurdî ne. di rê ya van kenalan her șêwezarek bêjeyan ji șêwezarên din wamdike, ev jî ne tenê șêwezaran, lê ziman û ramanê kurdî jî dewlemend dike.

Roleke din he ye, emrazên rageyandinê pê radibin, ku ew, di karanîna zimanekî hevbeș, an hemû șêwezaran de, destelatdari yê nadin șêwezarkî bi tenê, belam dergehên hevbeșbûn û arîkariyê di nav wan de veke, û yekbûn an nêzîkbûna wan ji hev pêk bîne,weha dûrbûn dem bi dem, roj bi roj kêm dibe, û alozî, di asta axaftin û bikaranêna ziman de, çareserdibin. Ev jî ferhenga zimanê kurdî dewlemend dike; ango Kurmancî dikre, bêje, wate , deraw û hevwateyan ji Soranî, an ji Zazî bibe, weha jî evên din dikarin ji Kurmancî wambikin û wergirin, bi vî hawî rola emrazên rageyandinê, di nêzîkkirina șêwezarên kurdî de, tête diyarkirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…