welateme

Adil Xelîl – Siwîsra

Di 12.05.2018 an de, ez çûm Vienna, da ku hevpeyvînekê li gel Dîroknasê kurd, nivîskar Profesor Celîlê Celîl bikim. Sedemên vê hevpeyvînê gelek bûn, lê ya sereke ew bû, ku 50- salîya koça dawî ya Zimanzan Reşîdê Kurd bû. Me kar dikir ku em hemî berhemên Reşîdê Kurd, çi Rêziman a wî,…

Xizan Şîlan

hespê min yê çeleng
ber bi çirûskên hêviya pêşerojê ve
dibeze
li reştariya siya şevên xewle
şewqa çira dilê xeşîm
dibiriqe
erdên bejî û zîwa
bi gulgenimên zeviya şîn
zîl dan

ji parzûna salên tehl û tirş
şîrê jiyaneke şêrîn
dipale
pêlên wîzewîza
bayê vejînê
di perdeya guhên min de
pistepist in
li meydana şahî û dîlanan
agırê meşaleya newrozê
gur û şên bû
bêhna sosin
û beybûnên azadiyê
ji erdnîgariya axa qedîm
difûre
ax…

 
Konê Reş

Ji mêj ve, min divîbû şarê Cizîra Botan bibînim. Ne tenê dîtin, lê belê ku çend rojan jî lê bimînim, lê razêm û çarşiyên wê ji nêzîk ve bibînim, bi xelkên wê re biaxifim.. Jixwe serdana gora Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor, Birca Belek, gora Nebî Nûh xewnek ji xewnên min bû….

Roja Yekşemê rêkeftî 03.12.2023, li bajarê Dortmund, li ser vexwendina Komîteya amadekar, ya ko ji çend kesên serbixwe pêkhatibû, bi sedan kes wek nûnnerên corbicor ji pêkhateyên revenda Kurd li Ewropa, ji kesayetiyên civakî û rewşenbîrî, komele û rêxistinên civaka sivîl, herweha hêzên siyasî, li hev civiyan; mijara civînê guftûgoya rê…

Mizgîn Hesko

Valahiyeke berfereh
Û asîmên…
Gelawêj ber bi sînga xwe ve biribû…
Dil…
Sirûda navê te
Bi hêminî dilorand…!

Heyiv…
Ji westanê zîz…!
Di reşahiya mayinde de
Bi tenê…
Stêreke hişiyar
Ber bi gerdûna evînê
Çavên wê
Heyîn diteyisîn…!

Valahî…
Û di gupkên kulîlkan de
Li ser destên tariyê
Perwane…
Di xew ve çûyî bûn…!

Bi tenê…
Pirîskên roniyê
Dilkên di bişkojên hêviyê de vemirandî
Lavij vêdixistin…!

Bêdengî…
Û xuşxuşa deryayê
Pêlên teredîn
Xwe çemdikirin
Çîmên latên beravê
Xalxalên di…

Wergerandin: H. M. Hebeş

BÊHNVEDAN

Ez ne bîst salî me
Gewdê min jî ne xweşik e
Lêbelê
Ez li tetîlê me.

BAV 1

Bavo bavo
Te hem demî barkir

Lê divê te wisa nekiriba
Û divyabû ku te dîsa wisa nekiriba
Te ji bo xatirê kurê xwe çikir

Gava ez di ciwaniya xwe de çûm
Min hewl da ku xwe bibînim.

Lêbelê, min çi dît
Gava li xwe dinêrim
Tu bûyî-her…

Konê Reş

Ji mêj ve, min Mihemed Elî Şakir wek helbestvan, awazjen û hunermend nas dikir.. Nexasim bi gotinên strana (Zeynebê û Rêwiyo), yên ku birayê wî hunermend Mehmûd Ezîz Şakir kiribûn stran û digotin.. Mihemed Elî Şakir yê ku ji sala 1968an de dest bi hunandina helbestê û awazjeniyê kiriye, ji 100î 90 ji stranên…

 
Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara (20) ê de ev gotarên jêrîn bi pênûsên cuda hatine weşandin: 1-(Peymana Îswîçyan),gotarnivîs ne diyar e,lê bi texmîna me,ew sernivîser bi xwe ye. 2-(Ji min ve tiştên dinyayê).Lawikê Tiloyî .3-(kes gereke winda nebe).Sibhiyê Diyarbekirî.4-(çend gazind)Osman Sebrî.5-(jin û mêr û çîroka marekî Fêris )Silêmanê Ferho.6-(dîroka jîna Napliyon.xelek 4),Osman Sebrî.7-(zaravayê Cizîrê), bi texmîna me…

Xizan Șîlan

ez
îro xemkêş im, dilbiêş im
girtiyê şevistanên keserkêş im
her gavê kelem û striyên xopan
tên pêşwaziya min
her êvar
xem dibe pariyê şîva min
nizanim ez ê çawa kêf û şadiyê
li albûma jiyanê
birêsim

hevîrê dayika min bi êşê hatiye
stirihandin
li her sîtavka golên zelal
kul û kederên eniya demên bêbext
dibînim
her sibehê devê birîneke kûr
bi henasa cangoriyan
dikewînim
zexelên fesad
roniya çira êvarên esmer
vedimirînin
kefterên…

Zara Salih

Romannivîsê kurd Jan Dost di vê romana xwe de ya bi navê (Mîrname), bi şarezayî û tevneke ku di wî asoyê işqa Xanî de roman hûnandiye. jiyan, raman, felesefe û işqa şairê mezin Ehmedê Xanî ku ji beriya 300 salî ve ye, bi teknîk û şêweyek ristesazî hatiye nivîsandin.
Bêguman, Jan Dost, li ser bingeheke…