Ez û Dilbikul Cizîrî Helbestvanê Cizîra Botan

 

Konê Reş

Ji mêj ve, min divîbû şarê Cizîra Botan bibînim. Ne tenê dîtin, lê belê ku çend rojan jî lê bimînim, lê razêm û çarşiyên wê ji nêzîk ve bibînim, bi xelkên wê re biaxifim.. Jixwe serdana gora Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor, Birca Belek, gora Nebî Nûh xewnek ji xewnên min bû. Ev navên ku ji mêj ve min bihîstibûn, lê min ew nedîtibûn, xewin bû ku serdana wan bikim..
Di roja 20ê tebaxê 2008an, li ser daxwaza şaredariya bajarê Cizîra Botan û serokê wê birêz Aydin Budak, çûm bajarê Cizîra Botan, da ku beşdariyê di wan rojên çand û hunerê yên bi navê (Ziman rûmet e û rûmet ziman e) bikim.

 

  Destpêka panela min bi van gotinan bû: “Li ser daxwaza xelkên Cizîrê, bajarê Cizîrê û serboriya wê ya dîrokî ku landika şaristaniyê ye.. Li ser daxwaza şêxê nêçîrvanan Mîr Mihema û herdu pezkoviyên wê; Efno û Hejale.. Li ser daxwaza Mîr Şeref û medreseya Sor.. Li ser daxwaza meleyê Cizîrî û Selamayê.. Li ser daxwaza Feqehê Teyran û Ava Dicle.. Li ser daxwaza Ehmedê Xanî û Mem û Zînê.. Li ser qêrîna Mîr Bedirxanê Botî di Birca Belek de ku (Dîn dînê Xwedê ye, em tev birayê hevin), yê ku ku biyaniyan di derheqa wî de gotin: (Bedirxan edalet e û edalet Bedirxan e), û li ser hawara Xelefê Şûvî: “Ez Xelef im Xelef im  Haware Mîro hawar e..”..
  Li bajarê Cizîrê, çav bi helbestvanê wê birêz (Dilbikul Cizîrî) ketim. Evê ku ala Cizîrî, Xanî û Teyran hildaye ser milên xwe û qebûl nake Cizîr bê helbestvan bimîne.. Cihê wan bi hunandina helbestên xwe dadigire.. Min û wî çend rojên xweş bi hev re derbas kirin.. Piştî ku ez zîvirî Qamişlo, di çûna xwe a Cizîrê û helbestvanê wê Dilbikulê Cizîrî de ponijîm û min ji xwe re got:
Çiyayên bilind bê teyrên baz nabin.. Geliyên kûr bê av nabin.. Bajarê Cizîra Botan bê helbestvan nabe..
Wek ku kurd dibêjin: Dil li cem dila ye.. Helbestvan Dilbikul Cizîrî jî, ev helbest li dor naskirina min xwe, di rûpelê xwe de belav kiriye:
(Helbesta Min a der barê Rêzdar Konê Reş de
Konê Reş…
Ronakbîrê me Kurda ye Konê Reş
Bizanin gelkê hêja ye Konê Reş
Ku Kurdistan welatê wî esasî
Lê ew xelkê Rojava ye Konê Reş
Welatperwer û kurdperwer û Kurdhez
Bo xelkê Kurdî Seyda ye Konê Reş
Dema pênûsê kar tînit bi rastî
Kulîlka baxê medya ye Konê Reş
Nivîsên wî dixwînim ez bi lezzet
Bi wî Qamişlo ava ye Konê Reş
Evîndarê Bedirxanên Cizîrî
Di der heq wan de zana ye Konê Reş
Belê her çendi hinkê kal bibit jî
Lê şêrîn şubhê helwa ye Konê Reş
Dixwazim ez temen gelkê dirêj bit
Ji Dilkul bo wî dua ye Konê Reş.
Dilbikul).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…