Bişkojên bi roniyê mest…!


Mizgîn Hesko

Valahiyeke berfereh
Û asîmên…
Gelawêj ber bi sînga xwe ve biribû…
Dil…
Sirûda navê te
Bi hêminî dilorand…!

Heyiv…
Ji westanê zîz…!
Di reşahiya mayinde de
Bi tenê…
Stêreke hişiyar
Ber bi gerdûna evînê
Çavên wê
Heyîn diteyisîn…!

Valahî…
Û di gupkên kulîlkan de
Li ser destên tariyê
Perwane…
Di xew ve çûyî bûn…!

Bi tenê…
Pirîskên roniyê
Dilkên di bişkojên hêviyê de vemirandî
Lavij vêdixistin…!

Bêdengî…
Û xuşxuşa deryayê
Pêlên teredîn
Xwe çemdikirin
Çîmên latên beravê
Xalxalên di piyê zemînê de…!

Bi heft dilan
Dil ji dilî re
Û bi heft sirûdan
Sirûd ji sirûdê re
Pêl bi pêl…
Ji bedena axê
Nexşeya navê te…!
Rê…?
Û bi dirêjahiya şevê
Rêyek…
Û valahiyeke bê pîvan
Gelawêjê…
Dabû raçengî dilê min…!
Dilê…
Ku her bihar
Bişirîn û keskînî
Jê derçûyî bûn…!

Şev…!
Û di wê valahiya sosret de
Stêrka şivanan
 Diteyisî …
Keriyek ronahî
Bênderên di kefa destên gerdûnê de
 Diçêrand …!
Tiliyên min vêdiketin…!
Dilê gula ku di hilma wê de
Welatek evîn hiltê
Vêdiket…!
Şev bû
Û îşev…
Ev stêrên li jêr
Di bexçeyê dilê min de
Diçirisin…!
Dil…
Ey dil…?!!!
Ey…
Beyta mestan e
Ji xameya razber…!
Xumê ristan
Û dara meyber…!

Erê…Şev bû…!
Û îşev…
Ev stêrên li jêr
Bi ristezara dilî re
Yariyan dikin…!
Û bişkojên hêviyê
Gul didin…!
Şev bû…
Û îşev…
Li ser xiftanê asîmên
Bişirîna çavên firişteyan
Firişteyên…
Ku bi tîrvedanên xwe
Birûsknameyên lezgîn
Li Xwedawendên xecxecokan
Xwedawendên…
Ji heyranbêjiya werzan
Parve dikin…!

Erê…
Bi destên omîdewer
Nexşeya heyînê
Tête nîgarkirin…!

Îşev…
Û şevan bi têlên dilî re
Sinfoniya evînê
Sinfoniyeke pir deng
Ku bi ritma yekdengî
Me vedigewîne
Şahiya bêdengiya tabloyê
Û kêlîkên mendehoşiyê…!
Hêvî…
Ji guldankên destpêkê
Qefdên sirûdan…!

Ha li van werzan
Û şevan…
Kewên gozel
Nîgaşa sinbilan dixwînin..!
Û spêdeyan hîrehîra hêviyê
Çîçekên di nav biskên periyê
Û pêkên ber bi zeviyê
Fincanên bi xameyê mişt!
Ji nikilên tilûrên berbangê
Hilma qehweya min!

Valahiyeke bê sînor
Bi tenê…
Di derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez helawistî dimînim!

Û Dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest..!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dilî ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê
Ber bi xwe ve dibe..?

Çi raz…
Çi ristsaz û rewannaz e..?
Hiş wêran dike
Û dergehên rewanbêjiyê
Bi kilîtên ji kulîlkên roniyê
Vedike…?
Û giyan..
Ber bi heyîna xewnan ve
Û xewnên heyînê ve dibe..?

Û min digot:
Beyaban e…
Li her çar rexan beyaban e
Sirt…
Dijwar…
Û bêhedan e…
Û li aranê
Bi tenê çend darên behitî..
Ha li vir..
Di keskîniya darîn de
Dilê şengebiyan lêdixe…!
Û dilê min lêdixe…!
Dilê min…
Û li ser rê û rêwanên heyî
Serê sirûdê
Bi hilma zimanê rojê…?
Û tiliyên di bêrîkirina welatî de bişkoj derçûyî…
Bi baskên agirîn vedikim.!
Cotek sîmir…
Ji nav xewliya vemirî
Hişiyar dikim..
Bi zîn û rikabên ji aşopa zîvîn
Hespê bejî yê vegotinê
Kedî dikim
Û bayê sersem…
Hînî hêminiya awazên şevînî dikim…!

Di baweşikandina berbangê de
Qulincên ber zayinê
Tabloya dildariyê
Rist…
Ji nîgaş dibin…!

Kûzên dilî
Bi meyeke kevnar e
                    Û herî tîr…
                     Dagirtî
   
Erê hezî…
Bi ser ve diçe..!

* Gulana 2023.
* Ji berhema /Bişkojên bi roniyê mest. Tîrmeha 2023.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di Şemî, 18.07.2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li bajarê Düsseldorf ê Almanyayê sêmînerek zanistî û perwerdehiyê bi rêxist. Armanca vê çalakiyê ew bû ku çanda zanînê, ramanên rexnegir û girêdana navbera zanyar û ronakbîrên Kurd were xurtkirin.

Bername bi rêvebirina Rêber Hebûn dest pê kir. Di gotina xwe ya pêşwaziyê de, wî…

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…