Nûçe

Bangewazek ji bo sivikkirina bargiraniya sersaxiyê di civaka revenda Kurdî de li Ewropa

Roja Yekşemê rêkeftî 03.12.2023, li bajarê Dortmund, li ser vexwendina Komîteya amadekar, ya ko ji çend kesên serbixwe pêkhatibû, bi sedan kes wek nûnnerên corbicor ji pêkhateyên revenda Kurd li Ewropa, ji kesayetiyên civakî û rewşenbîrî, komele û rêxistinên civaka sivîl, herweha hêzên siyasî, li hev civiyan; mijara civînê guftûgoya rê û resmên behî û sersaxiyên revenda Kurd li Ewropa, û piştî gengeşeyeke fireh û dirêj, tevaya amadadebûyan yek deng bûn li ser ko bangewazekê arasey revenda Kurd li Ewropa  bikin, ko bargiraniya sersaxiyan sivik biki, li gorî van xalan:
1- Em dixwazin ko ji bo kesên bêtir ji 100 km an, yan jî bêtir ji demjimêrekê dûr bin, tenê bi medya civakî sersaxî û behînameyên xwe pêşkêş bikin, li şûna hatina salona sersaxiyê .
2- Baştir e ko dem û demjimêrên sersaxiyê bêne xuyakirin, çi li gorî dema havînê, çi li gorî dema zivistanê . (Ji saet 13.00’an heta 19.00’an dê şîn bên pêşwazîkirin).
3-Hilanîna dana xwarinê li cihê sersaxiyê, ji ber ko gelek pare lê tê xerckirin, û ji bo gelek malbatan dibe sedema giranî û zehmetiyan, li şûna wê, em dibînin ko  giring e wan pareyan ji xelkên me ên li welat re bişînin, wê çêtir zehmetî û giraniya jiyanê li ser wan sivik bike, di van merc û rojên dijwar û zehmet re dijîn .
Em gelekî hêvîdar û daxwazkar in ko hemû malbat û kesên revenda Kurd li Ewropa beşdar û alîkar bin da em hemû bi hev re karibin vê projeyê cîbicî bikin, û bibin serî, ji ber ko bêguman ew di berjewendiya revenda me de ne, û barê her kesî sivik dikin.
Em bihêvîne ko xelkên me di daxwaza me de têbigihên, û bi xurtî piştgiriya vê gava giring bikin .
Dortmund, 03.12.2023
Komîteya amadekar

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…