welateme

Merwan Berekat

Dînoooo…!
Te ez jî…
Dîn kirim
Na… na
Evînê…
Serdana me kiriye.

Dînoooo…!
Eger hişyar bim
Yan jî…
Di xwe de bin
Ez bi xwe re dipeyivim
Ma rast ez jî
Dîn bûme?
Na.. na
Ew derdê
Evînê ye… evînê
Tu helbesta dil dixwînî
Min…
Zimanê çavên te
Li ezber kiriye
Dînoooo….!
Perda sîngê min
Bi şev û roj
Sema dike
Erê… erê
Dilê te
Her di şevbuhêrka
Xewnekê de…

Hejmara 36an ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin… Hûnê dikarin Nerîn, Gotar, Werger, Lêkolîn, Hevpeyvîn, Dîrok, Çîrok û helbestan têde bixwînin.
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 18 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.

Naveroka hejmarê
Nivîsara Destpêkê:
”Pênûsa Nû” derbasî sala xweyî çaremîn dibe! Ebdulbaqî Huseynî.

Nerîn
– Ramana neteweyî ya kurdistanî Rizgarkirina Kesayetiya Kurdî…

Konê Reş

Doh (04.05.2015), kalemêrê kurd yê orjînal Hecî Ibrahîmê Çêlkî, ji temenê 83 salan li Qamişlo koça dawî kir. Di eynî rojê de, termê wî hat guhestin gundê Dugirê û ew di goristana welatparêzên kurdan de hat veşartin.
Ew, kurê Remê Hecî Osman e, di sala 1932an de li gundê Çêlka Eliyê Remo çêbibû. Di 20…

Konê Reş
Di rojek mîna vê rojê de (03.05.2015), ev roja ku serok Mesûd Barzanî têde gîhaye Waşingtonê, di çûna xwe a çaran de ji bo çareserkirina kêşeya gelê xwe, di eynî vê rojê de, ji berî 72 salan, di cenga cîhanî a yekemîn de, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan rojnameyek bi navê Roja Nû/1943, li Beyrûtê…

Salar Salih/Hesekê

Bîstê avdarê, êvara cejna newrozê, şahî li taxa miftî lidarketin, kêfa zarok û dayikan, kêfa gêncan keç û lawan, bi destê tîroristan binpê bû, dîsa taxa miftî qelenê azadiyê ji xwîn û laşê zarokên xwe giranbuha da, piştî ku cara yekem di 16 meha avdarê sala 2013 an avêjtokên hawin li ser malên sivîlan…

[Ji çîrokên sînor -2]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê derbask ê)

Lewend Dalînî

Katjimêr 8ê êvarê bi dema Qamişlo, şevek ji ên Sibata 2014an…., ê rêzan kû berî zêdey sih salî û hîna di temenê xwe ê xortanî de qaçax çî bû di sînorê serxet û binxetê de, ew û xortên xwe…

Cankurd
Di dema geşbûn û gurrbûna PKK de, peyva „Teslîmiyet“ pir ji devê kadroyên wê derdiket. Gava em ji wan dipirsîn, gelo hûn bo çi davêjin ser KUK û DDKD, ji me re digotin: „Evana teslîmiyetcî ne!“ Heta ku derê ev rewşa ku dihat bilêvkirin rast bû, me baş nedizanî, û wan hêjayan jî ji me…

Îsal Hevbenda nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriya xelata rojnamegeriyê da nivîskar CanKurd. Hêjayî gotinê ye, ku nivîskar CanKurd ji mêj ve wek nivîskar û rojnamevan di meydana cand û toreya kurdî navekî xuyaye û keda wî belûye.
Li xwarê nameya Hevbendê ligel xelatê, a ku endamê me Înayet Dîko li bajarê Bonê li Elmaniya, ew…

Konê Reş

Bi helkeftina ku di roja (3)ê gulana 2015an de, 63 salan de di ser weşan û belavkirina rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe, bi min xweş e ku ez vê rojnameyê bi xwendevanan bidim naskirin.
Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê…

Konê Reş

Gelekan li dor pewendiyên Kurd û Ermenan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuştina ermenan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiştek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewşa Kurdistanê a ciyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor…