Xelata rojnamegerîyê a sala 2015 giha nivîskar CanKurd

Îsal Hevbenda nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriya xelata rojnamegeriyê da nivîskar CanKurd. Hêjayî gotinê ye, ku nivîskar CanKurd ji mêj ve wek nivîskar û rojnamevan di meydana cand û toreya kurdî navekî xuyaye û keda wî belûye.
Li xwarê nameya Hevbendê ligel xelatê, a ku endamê me Înayet Dîko li bajarê Bonê li Elmaniya, ew gihan CanKurd.
Nameya Hevbendê:
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (HNRKS) serbilind û bextiyare, ku xelata vê salê a rojnamegeriya kurdî diyarî mirovekî mîna te dikî.

CanKurd wekû nivîskar û rojnamenûs navekî di esmanê çanda kurdî de, di rojavayî Kurdistanê de pir bi nav û denge. Keda wî di warê nivîsandinê de, û dane wî a bê sînor cihê şanaziyê ye.
Navê CanKurd di hemî meydanên toreyê de, çi lêkolîn, gotar, helbest, folklor, wergerandin, û bi herdû zimanan, kurdî û erebî, navekî berbiçav e!
Di dîroka nû de, eger mirov çêla tore û çanda kurdî li rojavayî Kurdistanê bike, bêguman wê navê wî ji ên pêşî be.
Pîroz be li te xelata rojnamegerîyê, tu hinkûfê wê ye.
Rêz û silav ji komîta xelatê a (HNRKS)
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
22.04.2015
——————————————————————————————
– Hêjayî gotinê ye ku afirandina forma vê xelatê ji aliyê endamê Hevbendê ” Inayet Dîko ” ve hatiye amedekirin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…