Ebdulrezaq Ebdulrehman
Wergerandin ji Erebî: Hisên Osman
Her şev bi heyvê re tê civîna min… Çavdêriyê li liva pênivîsa min dike, dema ku ji xêzekê diçe xêzekê… nêzî min dibe, û pênivîs dûr dikeve…
Nêztir dibe û pênivîs dûrtir diçe… hevokan ji aşopa min dinivîse !?
Nêztir dibe û pênivîsa min ber bi xêza dawî ve nêz dibe…!?
Nêz dibe…
Ehmed Tahir
Hey perwana li ser gul e
Tu dermanê derd û kul e
Bihejîn e bejn û mil e
Eşqê têxe di van dil e
Hey kevoka li ser ban e
Hinguvê di nîvê şan e
Pir şêrîn û naz û can e
Êşa dilê min dizan e
Hey delala pir deng xweşêXwedya çen û dêmê geşê
Rengê porê şeva reşê
Sed xwezî bi mi…
Konê Reş
Bi helkeftina ku di roja 5.1.2024an de, 119 sal di ser rojbûna lehengê Kurd Apo Osman Sebrî re derbas dibe, bi min xweş e ku, ez wî bi van gotinan û vê helbesta ku seydayê Cegerxwîn di pesnê wî de gotiye, bibîr bînim.. Ew ne yê jibîrkirinê ye..
Gelo! Osman Sebrî kî bû ta…
Konê Reş
Serê zivistana vê sala nû/ 2024, ev çîroka zarokan (Dîkil Axa û Pîra du diran), ku ji berî dor 60 salî ve min bihîstiye, hat bîra min. Min ev çîrok di zaroktiyê de, li gundê me Doda ku gundeke ji gundên Beriya Mêrdînê guhdarî kiriye.. Xweş li bîra min e dema ku di şevên…
Firyal Hemîd
Destpêka heyva Gulanê , gundyan dest bi paleya nîskan dikirin.Di nava wan palan de çend qîz û xortên evîndar hebûn, ku ew ji kêfa dîtina hev re qet ji karî nediwestyan.Weso, ew lehenga jinbî bi dengê xwe yê zelaln û qube stranên paleyê digotin.Bi dengê wê re û bi çinge çinga Das û Qalûçkan …
Şîlan Doskî
Elegez(Camuşvana Mezin) navê gundekî Ermenistanê ye. Akinciyên wê ku Kurdên bi ola xwe Êzdî ne di salên 1877-1878an di dema şerê Rûs û Tirkiyê de mişextî Ermenistanê bûne.
Giyanasê Rûsî, Tzvelev, Nikolai Nikolaievich(z. 31 Çile (li gorî pasaportê 3ê reşemehê)sala 1925an li Tambov – m. 19 tîrmeha 2015an li Sankt Petersburg)kulîlkek bi navê zanistî yê…
Text: Vivian French
Werger ji Almanî: Xoşnav Dîbo
Hebû nebû daristanek û di nîvê daristanê de darek girs şîn bûbû. Di bin darê de jî xanî yê Mirîşkeka sor hebû. Mirîşka çeleng herwext piştgir û alîkar bû. Û herdem pêşmalek lê bû û di berîka pêşmalê de “ta û derzî û meqesek piçûk” hebû.
Hemû sewal û lawirên…
Mizgîn Hesko
Ber bi nihêniyê ve
Salek bi rêve diçe
Û salek ji nuh
Ber bi hebûnê ve
Kosteka nepenî
Û zincîra demê vediqetîne…
Çar werzên razber
Û ken û girî
Xweşî û nexweşî
Ron û tarî
Ji rûçikên nervînê.
Ne tu û ne jî ez
Parastine li mala jînê.
Salek bi rojên xwe tije…
Hinara bi libên xwe gihiştî..!
Ji kû ve jan derbas dibe…?!
Ne feylesof gihiştin…!
Û ne jî…
Mizgîn Hesko
/ Ji bo pakrewanên me/
Ji mêj ve…
Dilên wan şar û gundan
Hînî hilma xeman
Û destên veqetandinê
Bûne.
Ji mêj ve…Şîrê di pêsîrên dayikan de
Tewirî…
Spî û herî spî
Sirûdên berfînî vedibêje
Û bejnên ji dara miradê
Weriyayî
Dilop û dilop
Hûrgiliyên tabloya pêdariyê
Dijenîn in.
Krîstmas e…
Û peyamberên gulan
Ji mêj ve
Berê xwe dane rêka çûyinê..
Û li şûn wan…
Konê Reş
Mezopotamiya.. Bûka dinyayê! Îro Qamişlo û Beriya Mêrdîna te, min di nav pencên xwe de kûr û dûr dibin! Gulîstana têr netew şilfîtazî maye..! Ez ê çilo û çawa xwe bidim ber pala Zinarê Mêrdînê?! Li ber bêdengiya wî Zinarî bisekinim?!
Mezopotamiya! Xelkên te yên ku bi ava çemê Dicle, Firat û Xabûr şaristaniya Nînewa,…