Sal û sal.


Mizgîn Hesko

Ber bi nihêniyê ve
Salek bi rêve diçe
Û salek ji nuh
Ber bi hebûnê ve
Kosteka nepenî
Û zincîra demê vediqetîne…

Çar werzên razber
Û ken û girî
Xweşî û nexweşî
Ron û tarî
Ji rûçikên nervînê.
Ne tu û ne jî ez
Parastine li mala jînê.

Salek bi rojên xwe tije…
Hinara bi libên xwe gihiştî..!
Ji kû ve jan derbas dibe…?!
Ne feylesof gihiştin…!
Û ne jî tu, yan jî ez
Em ademîzadên dilbijok
Û hîna jî tênegihiştî…!

Ber bi tunebûnê ve
Salek bi rêya xwe de diçe
Û Ber bi hebûnê ve
Salek ji nuh
Pêkan tavêje
Û hîrehîra hêviyê
Hespên lêgeriyanê
Her û her
Sal û sal
Bi xewnên heyînê
Barkirîne…?!

30.12.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ez bi dilşadî û hesreteke bêdawî li benda dîtina wî bûm.. Di pêncê Hezîrana sala 2022an de, kurê min “Cenko” (Django) ji Viyanayê hat, ku li wir li zanîngehê dîplomaya xwe dixwîne. Ew û hevala xwe ya xwendkara zanîngehê hatin, da ku em bi hezkirin pêşwaziya wî bikin û em…

Fewaz Ebdê

Di dilê bajarê kevn de, ku rojekê ji rojan bedewiya ronahiya wî di ruwê asîmên re dida der, şev her tiştî dadiqurtîne. Bajar di nava tariyê de di xew ve çûye, ronahiyin lawaz di nav re diçirisin, lê êdî têra ronîkirina kolanên wî nakin; ew kolanên ku tije qelebalix û…

EBDILBAQȊ ELȊ

Barzaniyet ne tenê navek e ku bi serokekî an demeke dîrokî ve girêdayî be, lê belê dibistaneke têkoşînê ye ku di nav salên dirêj de bi têkoşîn, fedakarî û xebata nifşên li pey hev hatiye avakirin. Bingehên vê dibistanê li ser nirxên azadî, rêz, dadperwerî, parastina mafên mirovan û berpirsiyariya…

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…