Gotar

Mezopotamiya! Tu Welatê Rokê Ye

 

Konê Reş

Mezopotamiya.. Bûka dinyayê! Îro Qamişlo û Beriya Mêrdîna te, min di nav pencên xwe de kûr û dûr dibin! Gulîstana têr netew şilfîtazî maye..! Ez ê çilo û çawa xwe bidim ber pala Zinarê Mêrdînê?! Li ber bêdengiya wî Zinarî bisekinim?!
Mezopotamiya! Xelkên te yên ku bi ava çemê Dicle, Firat û Xabûr şaristaniya Nînewa, Orkêş û Waşokanî ava kirine.. Di gelî, newal û deştên te de, genim çandine, hesp kedî kirine û tekelên erebeyan afirandine, îro bi tena xwe li vê rastê mane.. Gelo ez ê çilo keleha Mêrdînê ji nû ve rizgar bikim?!

 

  Mezopotamiya! Ew Şaristanî ne kêmî şaristaniyên ku xelkên Hindê li ser çemê Sindê û xelkên Misrê li ser peravên çemê Nîlê avakirine.. Mixabin ku îro peravê çemên te di navbera çiravên avê û qûma çolistanê de li ber xwe didin, xelkên wan ji derdê êrîşên hovane, nezanî û ne yekîtiyê dinalin.. Gelo ez ê çilo berê vê bahoza ku bi ser te de dibare,biguherînim?!
  Mezopotamiya! Tu hêz di dinyayê de nikare bajarê min Qamişlo û Beriya Mêrdînê bindest û kedî bike, xelkên wê dûrî pêşketin û qenciyê bike..
Mezopotamiya! Xweş bawer be, ta ku berf û baran bi ser çiyayê Hekarî, Ararat, Cûdî, Barzan û Qerejdaxê de bibare, kes nikare kirasê te biguherîne.. Ta ku çemê Dicle, Firat, Xabûr û Zab biherikin, kes nikare xwe li ber mêraniya xelkên te bigire.. Tu hêz nikare xelkên te bindest bike û xaka wan ji xwe re bike cih û war.. Îro, ji ber mêraniya xelkên te, tev kerwanên dinayê di nav xaka te re derbas dibin..
Mezopotamiya! Ta ku kurdperwerek, xiristyanek, êzidiyek û Arîn Mîrkanek li Mezopotamiyayê hebe, tu ji kesî re nabe cih û war.
Mezopotamiya! Tu welatê rokê ye.. Welatê Horî, Mîtnî, Subarto û Aşûriya ye.. Welatê Êzidiyên ku bi ola xwe ji kevintirîn olên dinyayê ye.. Welatê xiristyanên ku yekemîn dêr, (Mar Yaqûb Nisêbînî), li Nisêbînê avakirine.. Gelo ez ê çilo pişta xwe bidim te û çîroka Seyabend û Xecê û strana Derwêşê Evdî di ser guhên xwe re bavêjim..?!

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…