Salih Bozan
Dihunî, ez di daristanê de dimeşiyam. Kes xeyne min di daristanê de tinebû. Ji dûr ve qeratiyek(kesek) xewinî. Ew berve min dihat. Gava nêzikî min bû, min dî bi cubbeyekê ye, fûteyeke keske li sêriye, soleke sor di nigan de ye, çoyekî qasî bejina wî di dest de ye. Gihîşte min û got:
Merheba penabero..!
Ez…
Hoşeng Nîzar Nûh
“Ez ê yan Ezê herim”; “Min ê yan Minê”; “Ehmed ê were” yan “Ehmedê were” û hwd…?
Heke em amraza dema bê ‘ê/dê/yê’ bi cînavk an navdêr ve binivîsin, çi dibe?
Gelo hevokên A. yan ên B. rast in, çima?
A. Ew ê pirtûkê bixwîne.
B. Ewê pirtûkê bixwîne.
A. Wî/Wê yê bigota…
B. Wîyê/Wêyê bigota…
“ê”amrazek e, alîkarîya avakirina dema bê dike, loma ew ne tewang e, ne jî veqetandek e, anku ne paşpirtikek e, tu sedem tuneye…
Dr.
Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer
Eve ya jêrîn heyberekî wêjeyî laqirdî ye, sernavê wî “koleyê kenok-kar”
e, ji bermayên serdema Kaşî ye, babeta wî jî hevpeyvîneke di navbera
serdestekî û koleyê wî de digere. Nivîsevanê vî heyberî neqenciyên (qerêjî)
rêvebirekî diyar dike; ew rêvebirê ku hem alîkarê xwe, û hem jî gelê xwe ji xwe
re dike kole, û ji şiyanên pûnijiyê…
Vejîna Kurd
Gurzek hesret..
baxek hêviyên stewr..
rûpelên çîrokeke
bêzar..
destarê
xeman
li
bêdera sîngê min digerînin
kon
û sîtava êşan
bi
ser dawa demê ya qulqulî de berdidin.
Di dilê min de birîneke şeşsalî daxife pişta sibehên ku helbestên talankirinê dihûnin û hawaran li pişta kêlîkan sîwar dikin xûz dike. Rêwî me…. yan penaber im.. Gavek li pêş.. yek li paş…
Samî Mela Ehmedê Namî
Pirtûka DERSÊN KURDÎ, pirtûkeke xwendinê ye, bi pênûsa mamoste Heqî Balte hatiye nivîsandin.
Mamoste Heqî di bin navê ”çend gotin” de van mamostên birêz bi nav dike û dibêje:
”Mamosteyên hêja Ahmed Tîgrîs, Nîzametîn Akkurt, Dersîm Tekeş, Gabar Çiyan û Yusef Erden bi pêşniyaz û alîkariya bêhempa ev pirtûk têkûz kirine. Ez ji bo alîkariya wan…
Desteya sernivîser*
Piştî ku Encumena Leşgerî ya Minbicê, bi alîkariya Hêzên
Sûrya Demokrat HSD û Hevbendiya Navdewletî, bajarê Minbic û derdora wê ji hêzên
Dewleta Îsalmî(Daiş) rizgar kirin, Erdoxanê “birîndar“, û wekî ku (marekî pê
dada), li roja 24ê miha Gelewêjê, bi dehan tang, ligel hezaran leşgerên tirk û
hin çekdarên tundrew yên rikberiya Sûrî, di sînorê Sûryê derbas navça…
Senar-Mûsa Qulîkî Mîlan.. Tehran
1381
Demsala bihareka têr û tijî û bi xêr
û bêr bû. Baran bi berdevamî dibarî. Xûlexûla avîên çeman bûn dikişiyan û
hawirdor bi xwe re dihejandin. Keriyên minminîkên perbelek li peravan
difiriyan. Çol û çiyan, best û beyaran, mêrg û çîmenan kirasekî kesk
xwekiribûn. Fîtefîta bilbilan û nalenala şalûlan û popepopa pepûkan bûn bi tevî
firindeyên mayîn…
Weşanxane wiha dibêje:
(Vê carê me ji kaniya ziman û edebiyat û bi
giştî kultûra kurdî kovarên Hawar û Ronahî ku bi serpereştiya Celadet Alî
Bedirxan û alîkariya ronakbîrên kurd ên din derdiketin, berhevokek berhemên
folklorê amade kir: Şîretbêj. Berî vê berhevokê bi navê Stranvan me berhevokeke
din çap kiribû, bi Şîretbêj re kitêbkirina berhemên folklorîk ên Celadet Alî
Bedirxan; Hawar…
Senar- Mûsa Qulîkî Mîlan
Têhran 1376
Rojekê qijika xemsar,
Wiha dikire qareqar:
Bilbilê hêja yî dengbêj,
Li nava qefesa xwînrêj,
Serbestiyê
xewn dibîne!
Hela ware vê ecêbê,Ew ê reben û belengaz,Çi xewnê li ku dibîne! Min jî wiha lêvegerand:Ahay qijika laşexwar!Here dû xwarina mirdar!Bes e tu bikî qareqar! Eger ew bi lingan qeyd e,Eger bi zincîr û bend e,Lê tu qet ber xwe nekeve;Çûnkî…
Desteya Sernivîser
Nezanîn, ezezî û lihevnekirin nexweşiyên civakê yên
herî mezin in, lewre tu kes nikare civakeke azad, nûjen û pêşketî ava bike eger
mirovên wê civakê ji wan nexweşiyan rizgar nebin.
Îro civaka kurdî di qonaxeke pir hestewar re derbas
dibe, û derfetên zêrîn li pêş me hene ku em ji bindestiyê rizgar bibin û ala
xwe bilind rakin,…