Gotar

Kurdino, Bibin Yek

Desteya Sernivîser
   Nezanîn, ezezî û lihevnekirin nexweşiyên civakê yên
herî mezin in, lewre tu kes nikare civakeke azad, nûjen û pêşketî ava bike eger
mirovên wê civakê ji wan nexweşiyan rizgar nebin.
Îro civaka kurdî di qonaxeke pir hestewar re derbas
dibe, û derfetên zêrîn li pêş me hene ku em ji bindestiyê rizgar bibin û ala
xwe bilind rakin, lê sed mixabin, dîsa
gotina Ehmedê Xanî  bi cih tê: “Herkes
dijminê kurdan e, kurd dijminê hev in”. 
Belê, ezezî û partîtiya teng şerxine mezin di
govdeyê civaka kurdî de peyda dikin, her aliyek yê din
tewanbar û gunehkar dike, û bi tundî şerê hev dikin..
Bêguman jiyan û berjewendiyên me hemiyan, berî her tiştî, di yekrêziyê de ne,  di vê qonaxê de  pir tişt ji me têne xwastin, ya sereke ew e ku em ji bo yekîtiya gotar û helwesta kurdî, li dijî xêrnexwezên gelê kurd bixebitin, bi hişmendî û bîrûbawerî di hemû warên civakê de tevbigerin,  ji şerê birakujiyê dûrkevin, miletê xwe biparêzin û xwedî li xaka xwe derkevin. Divê em zimanê hezkirin, lihevkirin û yekrêziyê bikar bînin  û sûdê ji hev werbigirin.
 Cegerxwîn dibêje: “Kurdino, eger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek”.
Gotara seretayî ya hejmara 18 ji rojnama REWŞEN. 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…