Nûçe

«Şîretbêj»a Mîr Celadet Alî Bedirxan ji weşanxaneya Avesta derket

 Weşanxane wiha dibêje:
 (Vê carê me ji kaniya ziman û edebiyat û bi
giştî kultûra kurdî kovarên Hawar û Ronahî ku bi serpereştiya Celadet Alî
Bedirxan û alîkariya ronakbîrên kurd ên din derdiketin, berhevokek berhemên
folklorê amade kir: Şîretbêj. Berî vê berhevokê bi navê Stranvan me berhevokeke
din çap kiribû, bi Şîretbêj re kitêbkirina berhemên folklorîk ên Celadet Alî
Bedirxan; Hawar û Ronahî temam dibe. Berhem ji sê
beşan pêk tê. Wek kategoriyek giştî berhemên folklorîk me bi “Gulistan” bi nav
kir, “Şîretbêj” û “Hinek jî Henek.” Beşên duyem û sêyem jixwe di kovaran de
wekî sernav hatine bikaranîn.
Wek her carê me hemû agahiyên nivîsê li dawiya wê nivîsandin. Celadet Alî Bedirxan bi navê xwe û çend navên mustear û gelek tişt jî bê nav nivîsandine, ji uslûb û naveroka wan diyar dibe ku ê wî ne. Hin tekstên bi mijarê ve girêdayî ku nivîskarê wan diyar e û ne ê wî ne jî, me xwest di vir de bi cih bibin).
Avesta Yayinlari/ Avesta Kitap Stenbol

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…