Pirtûka ”Dersên Kurdî” ya mamoste Heqî Balte

 Samî Mela Ehmedê Namî
 
Pirtûka DERSÊN KURDÎ, pirtûkeke xwendinê ye, bi pênûsa mamoste Heqî Balte hatiye nivîsandin.
Mamoste Heqî di bin navê ”çend gotin” de van mamostên birêz bi nav dike û dibêje:
”Mamosteyên hêja Ahmed Tîgrîs, Nîzametîn Akkurt, Dersîm Tekeş, Gabar Çiyan û Yusef Erden bi pêşniyaz û alîkariya bêhempa ev pirtûk têkûz kirine. Ez ji bo alîkariya wan spasdar im.
Bi hêviya ku perwerde û hîndekariyeke serketî pêk were.
2013 / Stockholm
B. Welatevîn”
Mamoste Heqî dîsa di Çend gotin de Dibêje:
”Ev pirtûk ji bo pêngava bilind, ji bo şagirdên polên 6 , 7 , 8 û 9an hatiye amadekirin. Her wiha mamoste dikarin di dersên Lîseyê de jî vê xebatê bi kar bînin”.
Pirtûk bi pêşniyaz û alîkariya bêhempa ya van pênc mamostên zimanê kurdî li dibistanên Swêdê de hatiye sazkirin û çapkirin û xwendevanên kurd bi naveroka vê pirtûkê têne perwerde kirin.
Rojekê dilsoz û xemxwerekî ziman û çanda kurdî, pirtûkek bi navê ”Dersên Kurdî” ko xwediyê û nivîskarê wê Heqî Balte ye, diyarî min kir.
Di lêgerînekê di nava rûpelên pirtûkê de ez pêrgî rûpela bi navê ”Jiyana Cegerxwîn” hatim.
Nivîskarê pirtûkê çend malikan ji helbestekê dike nimûne ji wê rûpelê re, digel şaşiyên xirab di gotin û nijinandina malikan de.
Nivîskar, di dawiya wê rûpel de hejmarek pirsan ji xwendevan dike, yek ji wan jî ev e:
Bi hevalên xwere bersivên van pirsan şîrove bikin.
7-Helbesta wî (mebest jê Cegerxwîn e) ya “Herne Pêş” kî kiriye stran?.
De ka em bipirsin: Ma gelo raste ev çend malikên helbestê ji helbesteke Seydayê Cegerxwîn e ?.
Xwendevanên hêja, rastiyê vê yekê jî ev e: Ev çend malikên helbestê yên di pirtûkê de, ne ji helbesta Cegerxwîn e, lê belê ji helbesta Mela Ehmedê Namî ye. Helbest ji 24 malikên zozo û bi navê ”Neşîd û Gaziya Keçan hatiye hûnandin û hejmara wê ya duwemîn e ji helbestên dîwana “Daxwazname” de.
Dîwana “Daxwazname” ya Seydayê Mela Ehmedê Namî, cara yekemîn di sala 1986an de li Swêdê ji weşanxana Roja Nû û cara duwemîn di sala 1994an de li bajarê Şamê hatiye çapkirin. Herweha hunermend Şivan Perwer jî ev helbest bi awaz û mûsîka xwe kiriye stran.
De ka em bi hev re malikên helbestê di pirtûka Dersên Kurdî de tevlî wan şaşiyan bibînin:
Herne pêş, herne pêş kurdino herne pêş,
Welat çev li rê bendewarê we ye
Heger hûn neyên wa ye keç em meşîn
Bes e koletî serfiraz em bijîn
…….
Herne pêş herne pêş dem û dewra we ye
Welat çav li rê bendewarê we ye…..
 
Helbesta Namî weke ko di dîwana helbestan Daxwazname de hatiye weşandin bi vî awayî ye:
NEŞÎD Û GAZIYA KEÇAN
Birayên delal hûn werin xortino
Buhuşt e welat da’m herin merdino
Eger hûn neyên va ne keç em meşîn
Besin koletî, serfiraz da´m bijîn
Welat çav li rê bendewarê me ye
Ciwan herne pêş dewr û dem ya we ye
Eger hûn neyên va ne keç em meşîn
Besin koletî serfiraz da’m bijîn
Bibin yek bi lez xort û keç da´m herin
Ji bo serxwebûnê bi ceng û mirin
Eger hûn neyên va ne keç em meşîn
Besin koletî serfiraz da´m bijîn
Keç im, nû gihame, dixwazim xebat
Me canê ciwan da ye gorî welat
Eger hûn neyên va ne keç em meşîn
Besin koletî, serfiraz da´m bijîn
Dilê me ji pola ye gurçik hesin
Ji bo tol û doza welat em bes in
Eger hûn neyên va ne keç em meşîn
Besin koletî, serfiraz da´m bijîn
Ji Namî me zanî ko em bibne yek
Dijîn serbilind al û ol û serek
Eger hûn neyên va ne keç em meşîn
Besin koletî, serfiraz da´m bijîn
         TilŞeîr 1948
Ciyê mixabiniyê ye ko şaşiyek weke vê şaşiyê me gotî û bi pênûsa mamostekî zimanê kurdî û bi pêşniyaz û alîkariya pênc mamotên zimanê kurdî di pirtûka xwendinê de têkeva nav destên xwendevanên wan de û bi wê bêne perwerdekirin.
Ez xweş bawer im dema xwendevanên zimanê kurdî bibînin ko ev helbest, helbesta Mela Ehmedê Namî ye, ne ya Cegerxwîn e, bêgoman hingî wê baweriya wan bi naveroka pirtûkê kêm û qels bibe û wê ji xwe û ji hev bipirsin:
Ma gelo ev şaşî bi tenê ye di vê pirtûkê de yan hejmareke din weke vê şaşiyê têde peyda dibin?.
Dîsa jî em ê çavnihêrê çareserî û rastkirina vê şaşiyê bimînin.
Lê weke Melayê Cizîrî dibêje:
Gazindeyan ji kê kim, ji kê bikim şikayet
Samî Mela Ehmedê Namî
Stockholm. 2016.09.11

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…