Roja Zimanê Kurdî pîroz be!Ji “Hawar”ê ta îro, şerê mayîna zimanê Kurdî

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe ye, bi berevajî wê nêrînê kurdî zimanê gelekî xwedî dîrok û çand e, mafê wî yê siruştî heye bi zimanê xwe bixwîne û binivîse.

Piştî nêzî sedsalekê li ser derçûna Hawarê li Şamê, hêj li Sûriyê ti rojname yan kovareke kurdî ya fermî ya ku bi awayekî giştî were naskirin, nîne. Hêj li ser mafê herî bingehîn –anku xwendina bi zimanê dayikê– gotubêp siyasî berdewam in.

Biryarnameya 13’an, dema li Sûriyê hat ragihandin, weke destkefteke dîrokî hat nîşandan, lê di rastiyê de ew negihiştiye kêmtirîn mafên sereke yên gelekî ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî. Sînordarkirina zimanê kurdî bi 2 dersan di hefteyê de, ne naskirina mafên gelê Kurd e, lêbelê biçûkirina buhayê zimanê Kurdî ye.

Cudahiya di navbera dîtina kurdî weke zimanekî neteweyî yê siruştî û dîtina wî weke zimanê gelê xwedî ax de heye. Kurd ne mêvan in, lewra mafê wan e ku zimanê wan li herêmên wan bibe zimanê fermî yê xwendin, dadgeh û rêveberiyê.

Di 14 salên borî de, nifşekî kurd bi zimanê xwe yê dayikê mezin bû. Ji bo cara yekê di dîroka Sûriyeyê de, zimanê kurdî bû zimanê dibistan, zanîngeh û saziyan. Ev yek gava herî erênî bû di vê ezmûnê de. Çawa îro dikare were gotin ku ev nifş vegere xwendina bi zimanê erebî? Kî vê yekê qebûl dike?

Pirsên ziman ne tenê yên teknîkî ne, lêbelê yên nasname û rûmetê ne. Ziman hizir û bîra gel û hişmendiya gel e. Yê ku zimanê xwe ji dest bide, dê nasnameya xwe jî ji dest bide. Ji ber vê çendê, erkê hemû hêzên siyasî û rêveberiyê ye ku vê destkeftiyê biparêzin û di bin tu şert û mercan de jê paşve venagerin.

Gotûbêjên siyasî li ser şêwazê rêveberiyê dikarin hebin, lê mafê zimanê kurdî û xwendina bi zimanê dayikê, xeta sor e û nabe bibe mijara destkêşanê.

Di roja zimanê kurdî de, em Hawarê ne weke bîranîneke borî, lêbelê weke projeyeke berdewam dibînin. Projeya parastina nasnameyê û jiyaneke bi rûmet.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Axîn Welat

Keçeke ciwan bûm li ber deriyê xewneke mezin, min pir zû fêm kir ku her tişt bi xewnekê dest pê dike. Hîn zû bû çavên min li girîngiya zimanan vebûn û ev gava min a yekem bû di vê rê de.

Sala xwendinê ya yekem di şeş saliya min de bû. Ji…

Dr. Mehmûd Ebas

Pirsa zimanê kurdî ne tenê pirsa tîpan, zaravayan û bernameyên perwerdeyê ye; ew pirsa hebûnê ye. Ev pirsa di serê pirsa neteweyî ya kurdî de li hemû erdnîgariya Kurdistanê radiweste, ji ber ku neteweyek ku ji zimanê xwe bêpar were hiştin, ji navê xwe, ji nivîsandina dîroka xwe, û…

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…