Zara Salih
Wê êvarê, otomobîla xwe ,bi firêmekî jikel, rawestand. Herdu leşkerên çekdar yên pêre li wir man, lê ew bi tena xwe ber bi derî ve çû. Destê xwe avête simbêlan, ku her rep bûn mîna stiriyên jîjoyan, û çend kulmên giran li wî deriyê hesinî dan û kaxezek ji berîka xwe derxist. Çend xule…
Konê Reş
Eger roja 21ê Sibatê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” be, em vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar dikin ku, roja Zimanê Kurdî 15ê Gulanê ye. Ev roja ku ji berî 92 Salan ve, kovara HAWARê li Şamê hatiye weşandin ku yekemîn care di dîroka Kurdan de zimanê Kurdî (Kurmancî…
Ebdilmecît Şêxo
Di Pasa Çiyayê Kurmênc de
Bese!
Çavên xwe
Bi nêrîna çiyan
Û giran bêşîne !
Biwestîne!
Bi min re got:
Lê lêvên wê li rex min
Dilerizîn.
Na! Ezê binêrim
Bila dilopa dawiyê
Ji ronahiya çavên min
Biherike!
Ezê binêrim
Û çend dilopên ronahiyê
Ji tîrêjên çavên te
Bidizim.
Pêlên porê dilbera min
Nazik ,nazik
Hevdu maç dikin
Qermîçekên bêzariyê
Li ser…
Rêber Hebûn
ji pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e
1- xuristiya sîstemên rojhilatnavînî
Rojhilata navîn di seranserê neqşeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêş çavê cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî ve ye, ne li ser xwestek û vîna cemaweran…
Mihemed Hemo
Ez nizanim!
Na! Nizanm, di fîncanan re binihêrim
ne jî bixwînim.
Fîncana te, bila ji te re be!
Ne dikarim heyva di fîncana te de, ronak bikim
Ne jî stêrka tê de, çurûsk bikim
Û ne jî stêrka fincanan, nêr û mê bikim
Ji min bawer bike!
Ne kevoka li ser fîncana te nameyan tîneNe jî ew bilbila tê de, ji…
HUNER BEHZAD CINÊDÎ
Yek ji arezûyên min ên herî nêzî min -di jiyana min a giştî û taybet de- nêçîra peyv, hevok û wateyan e! Li peyvên kûr, watedar û pîroz digerim. Nêçîriya wan ji pirtûkan, ji axaftinên bavê xwe, ji lavayên dayika xwe û ji rûpelên hevalan dikim. Wan ji devê mirovên normal, ji nav…
Bavê Zozanê
Keçê Seyro ka em çibikim law bi yezdan bi taûsê melek nema debar bi van dizan re dibe her sibe em ser dengê cîrana û diziyê radibin keçko,ê ku dibêje şevê dî bizina min hatiye dizîn, yê ku dibêja şevtira dî herdu mihê ku şîrê zarokan me ji wan didoşt winda bûne, yekî li…
Mizgîn Hesko
Mîna Gulgamiş
Ez mame di rê de
Giham û negiham kaniya jiyanê
Kanî ava…
Di çavên Dilberê de..?!
Ew yara min bûPir nazenîn û şêrîn bû
Lê ew biçûk bû di çavên Xwedê de
Ew î kelem û çiya xistine rê de
Birûsik û Pereng xistine wê sîngê de
Ew yara min bû
Cerg û hinav
Dane ber xedeng û tîran
Dilkê min kesidand
Û…
Xizan Şîlan
dergehên xurbeta mişextiyê
ji min re bûn rawestgeha
sermestiyê
demên xweş û geş
di ber temenê mesûm re gav bi gav
com bûn
bîranînên xortaniyê
li nav kavilên salên têkçûyî
can dikişînin
qedera serserîgustilka bextê reş xistiyê
tiliyê min ya qereqûçkê
ey feleka şaşbûyî êdî bese
destê xwe ji sikura min berde
ey şevistanên koretarî
janêş û keserên min yên bêdeng
ji rengê te reştarîtir in
li nav rûpelên…
Zagros Osman
keçek zarok li Biyanistan mezin bû ye, wê yekemîn car ligel Diya xwe serdana Welatê Dê û Bava bike, loma ew şerpesze bû ye, ji Bavê xwe re dibêje: Baba eger hat û ez giham Welêt ditirsim Axa wî li min xwedî derneke ve, Bayê wî guhnede min, Ap û Xal min nasnekin, ditirsim…