MİRİNEKE AZAD


Xizan Şîlan

dergehên xurbeta mişextiyê
ji min re  bûn rawestgeha
sermestiyê
demên xweş û geş
di ber temenê mesûm re gav bi gav
com bûn
bîranînên xortaniyê
li nav kavilên salên têkçûyî
can dikişînin

qedera serserî
gustilka bextê reş xistiyê
tiliyê min ya qereqûçkê
ey feleka şaşbûyî êdî bese
destê xwe ji sikura min berde
ey şevistanên koretarî
janêş û keserên min yên bêdeng
ji rengê te reştarîtir in
li nav rûpelên albûma jiyanê
wêneyên bêçaretiyê hatine
neqişandin
ez li tenêtiya westiyayî
xwe dispêrim dîwarê helbestên
tî û birçî
min nikarî bibim sîwarê hespekî çeleng
û çargavkî ber bi dilşadî
bextewarî
û asoya xeyalên şîrîn ve bibezînim
min ji min nepirsin
werin min ji stranên kezebperitî
ji wîzewîza bayê reş
ji guregura zîpikên reşewran
ji gurpegurpa tirsa dilê perpitî
ji qîjeqîja çûkên hêlîn wêran bûyî
û şeveder mayî
bipirsin
li ser zeviya hesretê
peşkên barana bereketê
qet nebarî
hevîrê kêf û sefaya seyrangehan
tehl û tirş bû
kevirê sebirê
li nav şewata kul û kederên birînkûr
heliya
xewnereşkên xopan
xwe li stûyê bêxewiya nav nivînan
alandiye
xweşbêhna çîçekên hewşa hinav
çilmisîn
parsûyên qefesa arezûyan
li nav mîrata axîn û nalînan
qirçeqirç in
ez bêhemdê xwe hatim
vê dinyaya derewîn
min çavê xwe li jiyana qehpik
bêwîjdan
bêdilovan
gerand
temaşa kir
û ez ê bi nefretekê
bi hêrsekê
bêkefen
bêdarbest
bêxatirxwestin bar bikim herim
nav dilê goristaneke bêxwedî
û têkevim xewa mirineke
aram û azad

2023-12-11
Stockholm

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…