Belê Hebûna Me Di Zimanê De Ye

Konê Reş

Eger roja 21ê Sibatê “Roja navnetewî ya Zimanê Dayikê” be, em vê rojê li gelê xwe pîroz bikin û xelkên xwe agahdar dikin ku, roja Zimanê Kurdî 15ê Gulanê ye. Ev roja ku ji berî 92 Salan ve, kovara HAWARê li Şamê hatiye weşandin ku yekemîn care di dîroka Kurdan de zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî), bi alfabeya Latînî hatiye nivîsandin. Ji wê salê ve rewşenbîrên Kurd his û hestên xwe bi zimanê dayika xwe tînin ziman û zimanhezên kurd li gor vê banga Mîr Celadet Bedirxan dilivin:

(Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin -fînfoneke-  derewîn bi lêv bikin. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûreşiyek girane. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin).

(Kovara Hawar, hejmara (27) Şam,1941)
Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistanê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê Ereb e, li Tirkistanê zimanê Tirkî nişana hebûna miletê Tirk e, wiha jî li Kurdistanê zimanê Kurdî nîşana hebûna miletê kurd e. Di nav gelên cîhanê de, zimanê Kurdî pênasiya gelê Kurd e. Di civata Netewên Yekbûyî de jî, her neteweyek bi ala xwe ya rengîn tê naskirin, wiha jî netewê kurd bi zimanê xwe yê Kurdî û ala xwe a rengîn di nav koma netewan de tê naskirin, ango zimanê Kurdî nasnameya neteweyê Kurd e û hebûna gelê Kurd di hebûna zimanê Kurdî de ye.
Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve ev yek naskirine û bi rêk û pêk şer bi zimanê me re kirine û dikin. Roja îro çendî em li zimanê xwe xwedî derkevin, biparêzin û pêşve bibin, wiha em hebûna xwe a kurdî diparêzin.
Dagirkeran bi sedema ku zimanê kurdî nemîne, bi pilan şer bi zimanê me re kirine. Zimanê me wek sembola paşverûtî û nezaniyê destnîşan kirine û dikin. Û ne tenê planên bişaftina çand û ziman li ser me kurdan meşandine, lê belê wan xwestiye ku kurdan di her warî de paşketî û asîmîle bikin.
Zimanê dayika me, ne kêmî zimanê xelkên derdora me ye. Kok û rehên zimanê me li hezar salan vedigere, rewa xwe ji ava çemê Dicle û Ferat distîne, bi çiyayê Cûdî, Barzan, Zagros, Toros û Agirî re mezin bûye. Bi keleka Nûh pêxember re gerya ye û dawî ji Cizîra mîr Şeref li dinyayê belav bûye.
Konê Reş/ Qamişlo 20.2.2024

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Kîndarî û jehîra li dijî Kurdan di Sûriyeyê de roj bi roj zêdetir xuya dibe، û vê rastî nikare bêkêmasî paşguh bike. Di serdema salvegera rûxina rejîma Esed de، li Şamê xwenîşandanên hatine birêvebirin wisa nîşa dan ku sloganên li dijî Kurdan bi awayekî vekirî û bêşermane…

Konê Reş

Xweş e ku em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (04.12.2025), 47 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî (Ma ne wilo…