welateme

Konê Reş

Gotin di dawiya şevê de digrîn..!
Bêdengiya me bi çûkên mirî yên vî heyamî re dilewite..!
Ev heyamê ku em ji bo wî distirên û
Ew, serê xwe ji bo me dihejîne..

Digirî û di ber xwe de dibêje pepûk.. Waweylê…
Mamoste! Em ê çawa wêneyê bav û kalên xwe
Winda bikin, kum û kolosê wan…

Romana nivîsakarê kurd Heysem Hisên, ku sala 2009an, bi Zimanê Erebî, bi sernavê (رهائن الخطيئة) ji aliyê Weşanxaneya el-Tekwîn ve, li Şama paytexta Sûriyê derket, destpêka sala 2018an li Amedê, ji aliyê Weşanxaneya J& J ve, bi Zimanê Kurdî jî derket.
Nivîskarê kurd Xalid Cemîl Mihemed, ev roman, bi sernavê (QURBANIYتN GNEHKARIYت) ji Zimanê Erebî wergerandiye…

Qado Şêrîn

Qenciya ku nivîskar bi Kobanî û kobaniyan kir, belkû bi tevaya gelê kurd, romana ”KOBANΓ nivîsand, û êş û azar û wêrana Kobanî wek dasîtaneke zindî parast. Nivîsandina romanekê li ser tiştê li Kobanî qewimî û hat serê xelkên Kobaniyê, ne wek me di weşana zindî, nûçe û nivîsandina bi hezarên gotara ye, belê…

Senar (Mûsa Qulîkî Mîlan)

Çiqas pêkenînek tehl e
Ku bi şaxeya zeytûnê,
Rîşa zeytûnan derxînî!
Xewên zarokan bişkênî!
Xewn, xiyalan bihirfînî!

Çiqas şanoyeke tehl e
Bi navê xwe parastinê,
Hêriş bibî ser cîranan
Gund û bajarên bêtawan
Bidî ber bombe û topan!
Bermayiyan hilweşînî!
Kew, kevokan bibecînî!

Çiqas durûtiyek tehl e
Ku eslê xwe de ruvî bî,
Lê xwe têxî dilqê şêran
Hicûm bikî ser zarokan!
Ziravê wan biqetînî!
Dawa mêrxasiyê bikî!

Çiqas…

Narîn Omer

Barîn delala min
Te dastana evîniyê
di dilê kurd û cîhanê de
bi gul û kulîlk kir
Te şîrava mêbûniyê
di henasên jiyanê de
xweştir kir

Ewan ji tirs û sawa
dilê te yê kêfxweş û
canê te yê polat
cendikên te talan kirin
Kenê te
ew bê çare hiştin
Kenê te
Ew ji zemîna mirovaniyê
Koçber kirin
Navê wan li ser koka
hov û mirovxwaran tapo kirin
Dengê…

Konê Reş

Piştî 30 salî ji çûna min î pêşî a başûrî Kurdistanê, di roja (19/4/2006) de careke din, bi rengekî fermî çûm başûrî Kurdistanê, bajarê Hewlêrê. Ez yek ji wan kesên gerok im, ji mêj ve kêfa min ji ger, geşt û guzariyê re tê.. Ez baş li cihên dîrokî li Sûriyê, li welatên…

Brahîm Mehmûd

E,F,R,Î,N
Ev çi kesên ku li jiyana xwe bûne bar?
Ku ji mirovatiyê hatine xwar
Bi navekî te xwe li ba dikin ” Șaxê zetûnê “

Way gidî
Ev çi bê xwedî
Ku êrîşî kurdayetiya te dikin
Ku pê xweliyê li serê xwe dikin
Bi hesinê xweyî gemar
Bi çekên xweyî har
Û tu bi navê xweyî kesk
Bi xwedayê xweyî kesk
Bi çiyayê xweyî…

Bavê Zozanê

Bi rastî ez nizanim ji ku destpêbikim ser vê bobelata Turkiyê û şerê wê yê gemar,wisa jî ev hêrîşkirna wê ya hovîtî ser vî bajarokê delal û naz Efrînoka dev li ken warê nebî Horo û çiyayê Kurmance, solava Mîdankê û çolistana Zeytûna, xemkêşa bavê Salah û meyxweşe kevir cenê .
Bêguman ev hêrîş tiştekî tenê…

Em di Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya
(YNRKS) de û bi hêrseke mezin êrîşkirina turkiya li ser xelkên me li Efrînê û bombekirina xelkên sivîl, di bin siya sedemin ne rast de, û ji bo siyasetên turkiya ên dîrokî li dijî kurd û Kurdistan şermezardikin.
Herwiha em helwesta navdewletî û cîhanê…

Nizar Yosif

Li ber birîndîmen ên sirûşt a te
Leke li rûkê dîrok a mafwindaker dikevin
Bûk a di çeperê de xeman girtî
Wijdan ên herkesî ji te re razayî ne

Hemî çav di derbarê te de kore dibin
Şihîn* ên maf ji wekhevî dikevin
Derewên bêdengiyê bi beloqî rûdarin
Pê û destên me ji ked ê
Di zuhaya axê re zîl…