Ev çend rojên hejmareke gundên Efrîna kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve bombebaran dibin û ji çend heyvan ve gef bi êrîşkirina navçeyê tê xwarin û ev yek bûye egerê peydabûna nîgeranî û tirseke mezin li rex xelkê Efrînê û tirsa dubarebûna heman êrîşa li ser Kobana kurdistanê li rex xelkê navçeyê peyda dike, ku…
Ezîz Xemcivîn
Bawernameyên Doktora û yên Rêzgirtinê yên bêpere û bêbingeh hûn dikarin li çayxaneya (Yekîtiya Rewşenbîr û hunermendên serbixwe bo aştiyê) bibînin.
Ji xwe Endamên wê bi dehhezaran e û kes kesî nas nake û Zankoyên Cîhanî jî di xizmeta Serok û Serkretêrê giştî de ne( ji xwe ew herdu endam û herdu berpirs û…
Zahra ramadan
Li gor nerîne min ger mirovek an tevgerek dixwaze ji bo miletê Kurd qenciyekê bike, çi dike bila bike, lê divê wê tiştê bi zimanê Kurdî bike.
Ji ber ku di heyama dûvdirêj de, tişta ku hebûna miletê Kurd garantî dike, zimanê Kurdî ye.
Eger hemî hêzên cîhanê bi kurdare be jî ,
ku kurdîya wan…
Ez vê helbestê bi boneya helkeftina çalakiyên çilrojiya nemir helebestvan û parêzer Xelîl SASÛNÎ diyaî giyanê wî dikim.
Şikarta me her sal bi xwêdan av dida
Çaxê serma ket û bihar hat, sinbil da
Me çinî me kom kir ne tenê, me tevda
Bahoza te rakir, ji kîna te tev da
Me dêra me hêra, kir hevîr û lêda
Te nîvişk…
LEWEND DALÎNÎ
Ji bilî jiyana helbestvanî, rewșenbîrî û welatperwerî, nemir Xelîl evîneke wî dîtir jî hebû? Ew evîn hîna ji temenê wî hema bêje ê zarkokî ve destpêkir û roj bi roj pêre jiya û mezin bû weke mezinbûna hemû hest û ramanên wî?!
Di deh dwanzdeh salîya xwe de dest bi pêçana tûtina qaçax a Xurs…
Vejîna Kurd
Nêzîkî heft salan e ku rewşa şer, pevçûn, bombebarankirin, wêrankirin, û talankirina gund û bajaran navnîşana herî berz û beloq li ser xaka Sûriyê ye, û di rewşa herî baş de, milet di gola dorpêçkirin, buhabûn, hejarî û kêmbûna pêdiviyên jiyanê yên rojane de digevize.
Di dema ku, devê birîna miletê Sûrî, kurd jî…
Xizan Șîlan
ez
bi bîranînên cemidî
tijî me
li êvarên bêhnteng
pêsîrên hingoriya aso
dimijim
tîrêjên heyvê melûl melûl
dibiriqin
asîman xeman li hinava şewitî
dibarîne
berê xwe didim çolistanên ziwa
li ser rêya heqîqetê siwarê
hespê kumeyt im
eniya qedera mirineke bêwext
paç dikim
stûna jiyanê bi mij û dûmanê
qelişî
peleke keserkêş
ji salnameya temen şeqiya
tenêtiya min
cêwiyê êşa eşqa dilê bîrîndar e
pênûsa helbestê xwîn vedirişe
hemû bajar ketiye xewê
ez bi bêxewiyê…
Nivîskar Bûbê Eser dê romana xwe ya nû Barzan digrî li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê binasîne û îmze bike
Bûbê Eser ji bajarê Dêrikê yê bakurê Kurdistanê ye. Ew ji ber xebata siyasî hat girtin û di sala 1983ê de wek penaber hat Swêde. Wî sê roman, du şano, kitêbeka çîrokan û gelek nivîsar nivîsîne.
Ev romana…
Laleş Ebdulrehman
Vincencent Van Gogh ê ku ligel Gauguin xalên wan ên hevpar hene, kurê bawermendekî Hollandî bû, Di wêneyên xwe yên pêşîn de, sermesele di Petatxurekan de, bi bihîstyariyeke erjeng, hewl dabû ku jiyana nefsbiçûk a gel di wêneyê de bi cih bike, Piştî ku Hollanda terk kir û berê xwe da Parîsê, feraseta…
Konê Reş
Mamoste Sabahattin Kayhan ji Enstituya Kurd a Parîsê li Fransayê, bursiyerê Enstituyê û li ser dîrokê doktorayê kar dike. Ji salekê ve lêkolîna xwe li ser Mîr Kamîran Bedîrxan dike.. Ji berî dor 20 rojan ve, ev pirsên xwe ji min re şandibûn, min jî nemerdî nekir, wek ku min zanîbû, bersiva pirsên wî…