Bîranînek di çil rojîya koçkirina helbestvan Xelîl Sasûnî de

LEWEND DALÎNÎ

Ji bilî jiyana helbestvanî, rewșenbîrî û welatperwerî, nemir Xelîl evîneke wî dîtir jî hebû? Ew evîn hîna ji temenê wî hema bêje ê zarkokî ve destpêkir û roj bi roj pêre jiya û mezin bû weke mezinbûna hemû hest û ramanên wî?!
Di deh dwanzdeh salîya xwe de dest bi pêçana tûtina qaçax a Xurs û nihê kir, kû bav û papîrên wî hîna ji dema hebûna wan li çiyayê Sasûnê û di ber pêcan wê re șêwir û mișêwrê serhildana çiyayê Qewma pîlankirin û bi kar anîn, tanî roja kû li biya xetê Xelîl bîrewer bû piștî têkveçûna șoreșê û xwînîbûnê? Wî jî da pey șopê û cixare pêça û vexwar.

Hevaltîyek, evîneke mezin di navberan wan de çêbû û gihiște wê wateya kû telîyên wî ji rengê zerbûna Tûtinê rengê zer girtibûn û bi kûrayî di çerm û goștê tilîyan de xwe berdabû xwar? Û çi caran kû te seredana wî bikra li cihê karê wî ê Evokatîyê, tê bi dîta kû li ber bêndereke Tûtin rûniștîye û di pêçê?! Û bi vî rengî nêzîkî pêncih salî berdewam kir, kesî ji dost, heval û malîyan jî nikarîbû têkeve wê bawerî yê de kû bi hesanî wê karibê dev jê berdê?.
Rojekê ez ji karê xwe ê li bîyanîyê vegerîyam û weke her car min dest bi seredana dost û hevalên xwe kir û piștî dîtina Kemîran ê Haco, bi hevre me berê xwe da dostê xwey hêja Xelîl.
Piștî bêhnvedanekê di gel vexwarina qehwê re, ez hinekî mat mayî mam? Min ne Tûtin û nejî pelê pêçanê dîtin? Hema bi henekî min got: Bavê Perwîz qey Gumrikê Tûtina te misadre kirîye? Lê matmaîbûna mezin ew bû kû bi wan gotinê xwey nermik got na lê min dev jê berdaye? Min pêșî bawer nekir lê peyre bû rastî?! Bêhemdî xwe gotinek bi min re derket: Wey Xaîn…..Peyre min ev helbet nivîsî û ez diyaî giyanê nemir Xelîl Sasûnî dikim.

TÛTIN

Tûtinê !?
Te di dilê Xelîlê Sasûnî de
Şax berdabûn;
Û di Dîroka jiyana wî de
Te sînorê vîyanê
Bûrandibûn !?
Û Tû ma bû
Kezî zera wî !

Hîna ji zikmakîde
Ji şîrvedibû?
Û Ji lêvên te
Duwê  xav
Dimêht
Û tu jêre dibû
Memikên dayîkê

Dem bi dem;
Evîna te
Pêre mezin dibû
Û li ser masa;
Ewî
peyala meya te
Dinûşt
Û dil û can bitere
Cot dikir
Û di nêva rûpelên tede
Mezin dibû

Hespê Cudabûna te
Li ser sebeta sînga wî
Pîkolek giran dikir
Û bi bê gemmî
Zengo û hefsar ji dest girtin û
Serî jê distand !

Tevgera tevayetiyê
Pêre pêre
Hate qut kirin
Û zerbûna teliyan
ji dêmên te
Xeyidîn
Û cudabûn

Mêrxasî di
Meydana berxwedanê de
Hew pêre çûbû serî;
Sardibû
Û rondik bi ser
Hinarkê riwan de
Ziwa di werivîn !?

Maze û peyala
Te
Li ser masa wî
Lal diman
Û ji şîr vedibûn

Ronahî
Di şewqa rojên havînê
De
Reş û sar dibûn

Hêviyên hevjiyanîyê
Kurdûnde dibûn
Û
Bi sarî bin ax dibûn

Şoreşa hinavên wî
Zemên wan
Sist dibûn
Û tayên sist
Xav dihatin ristin !?

Hin bi hin
Hêviyên wî
Derbasî qûnaxên
Bê hêvîtiyê
Dibûn
Û di kozikên tarî de
Los dibûn

Bîna teliyan
Sipî dibûn
Û rengên wan
Ji zerbûnê
Dihatin
Şûştin !?

Axaftinên dilê wî
Dest bi bêdengiyê
Dikirin
Û
Di mitaleyan de
Di pûnijîn

Zîna dilê wî
Li ser cendekê Memê
Xwe
Şîna xwe wergirt
Û ew jî weke te
hew
Livî !!??                   

Roja 27 – 02- 2003
Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…