welateme

Mehmûd Biro

Birastî keda mala Barzanî ji roja rojve diyare, jiserdema Nûrî Seîd û Ehmed Hesen Bekir û Sedam û Nûrî Tizbihçî Heta Ebadî yê regezoerist. Di dirêjahiya jiyana xwede bi ŞoreŞ. û serhildana rabûne, qurbanîyên mezin dane. Lê tu carî sere xwe liber dijninan danexistine û her wefadarî xak û niŞtimanin. Ev malbet Kurdistan perestin…

Mehmûd Biro

Kurê nemir Mistefa Barzanî, bavê netewa kurd, hilgirê doza xak û niştiman, canfidayê riya azadîyê, riya şêr û şepalan, Hosta û endazyarê rêferandomê, parêzerê mafê rewayî çarenûs jibo gelê kurd li kurdistanê.
Serok Mesûd Barzanî rêberekî têgihiştîye û hekîm û zanaye, wêrek û azaye pêşmergeye û canfidaye.
Birastî wefadare jibo rêbaza pîroz, rêbaza kurdayetî…

Konê Reş

Her ku rûpelek dinivîsndin, gotinên bavê wî dihatin bîrê.. Çendî hewil dida xwe ji bavê xwe rizgar bike, pêre dernediket.. Her ku li kalemêrekî guhdarî dikir, gotinên bavê wî dihatin bîrê.. Ew bavê ku têra xwe dinya dîtibû; problem û serpêhatî hatibûn serî.. Her ku ji Qamişlokê an cihên din vedigeriya malê, çîroka…

Li Kreis Schleswig-Flensburg 04.12.2018 Maseyeke Pêzanînan û gengeşekirina hin Mijaran ji hêla komeke Jinên Kurdistanî, Îraqî, Îranî, Tirkî, Sûrî û Efxanî ve digel Karmendên Fermanberiya Herêma Schleswig –Flensburg hate lidar xistin.
Jinên amadebûyî li Beşên Fermanberiya Koçber û Biyaniyan ‘’Ausländerbehörde‘‘ û ya Tevlêbûna Xwecihî ‘’Regionale Integration‘‘ Seredan kirin û ji aliyê Karmendên her Beşekî ve ode…

Konê Reş

Wek ku diyar e, iro (04/12/2018), 40 sal di ser koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re li Parîsê derbas dibe.. Mîr Kamîran Alî Bedirxan, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, dîplomat, doktorê hiqûqê, profesorê zimanê Kurdî li zanîngeha Sorbonê bû û xwediyê rojnameya (Roja Nû û Stêr) bû li Beyrûtê di salên 1940î de.. Ew di roja…

Konê Reş

Bi min xweş e ku bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (03.12.2018), 40 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî, ji rojnameya wî (Stêr), hejmara…

Konê Reş

Werin, werin.. Werin em lehengekî din ji lehengên Kurdistanê bibîr bînin.. Werin, em Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin. Yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geş dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin..
Wî ji Stenbolê destpê kir.. Bi…

Hejmara 75 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin . Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Folklor û Helbestan jî bixwînin . Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin .
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
– Bibîranîna navdarên welat erkekî netewî ye… Boniye Cegerxwîn
Nerîn…

Gulistan Awaz

Ez im ez…zarokeke Efrînî me
Zaroktiya winda me…ez
Zaroktiya ku bêwijdaniyan
li bin siya navê Xwedê
bi hovîtî..êşkence kirine…

Ez
Temenekî biҫûk û miştêş im
Temenê ku li nav zinar û newalan
Li ser rêҫa penaberiyê
Û li dûrî bêhna aramiyê
Roniya cîhaneke qirêj dîtiye..

Ez
Girnijîna keserekî têrnalîn im..ez
Girnijîna ku bi ҫavine şil
Li ser dêmine şor û terikandî
bi melûlî bişkuviye û jiyan naskiriye…

Ez
Zaroka…

Evîn Şikakî

Ji destpêka dagirîkirina herêma Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên opozîsyona Sûriyê û heta niha kiryarên kuştin, revandin, girtina welatiyên sivîl, dizî, destdanîna li ser mulk û malên xelkê, herwiha şewitandina dar û daristanên Efrînê berdewam e. Ev yek li aliyekê ve, ji aliyeke din ve…