Mîr Dr. Kamîran Bedirxan Di 40 Saliya Koçkirina Wî

Konê Reş

Werin, werin.. Werin em lehengekî din ji lehengên Kurdistanê bibîr bînin.. Werin, em Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bibîr bînin. Yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên kurdan re geş dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin..
 Wî ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî..

 Li Beyrûtê (Roja Nû) û (Stêr) weşandin.. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de zimanê kurdî parast.. Li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11`ê adara 1970`î de, Barzanî jê xwest bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamostayê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Şingalê de..
 Dawî, di roja 04.12.1978`an de li Parîsê, di dûrî û koçberiyê de, wek piraniya ap, bira û pismamên wî, Yezdanê mezin canê wî ber bi banê gerdûnê ve bilindkir û ji xwe re bir..
 Erê werin, werin piştî 40 salî, em vî lehengê Kurd yê payebilind xwe bibîr bînin.. Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?!
 Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet nexercê jiyanê ne..
 Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978`an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîşkî re li Parîsê, anku ew bê gore! Rehma Xwedê li wî û tev neferên malbata wî be. Rehma Xwedê li canê tev lehengên Kurdistanê be.
 Konê Reş, Qamişlo, 01.12.2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…