Gelo Şam li Efrînê çi dike?

Evîn Şikakî

Ji destpêka dagirîkirina herêma Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûbên çekdar ên opozîsyona Sûriyê û heta niha kiryarên kuştin, revandin, girtina welatiyên sivîl, dizî, destdanîna li ser mulk û malên xelkê, herwiha şewitandina dar û daristanên Efrînê berdewam e. Ev yek li aliyekê ve, ji aliyeke din ve guhertina demografiya navçeyê û anîna ereban ji deverên cuda ên li herêma Çiyayê Kurmênc.
Hejmarek koçberên Xuteya Rojhelat, Qelemûn û Himsê li herêma li Efrînê bi hiceta dabînkirina xaniyan ji koçberên ereb re pojeya gundê Şamiyê (Komelgeha Niştecîbûnê) ragehandine.

Ragehandina wê projeyê di dema niha de ku Efrîn ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên ve dagîrkiriye metirsiyeke mezin li cem kurdan bi giştî û xelkê Efînê jî bi taybetî peyda kiriye, proje nîşana wê yekê dide ku siyaseta erebkirina herêma Efrînê  ji nasnameya wê ya Kurdistanî derbasî qonaxeke din dibe.  
Ev proje me vedgerîne salên şêstî taybet jî sala 1963yan dema partiya BAAS li Sûriyê bû xwedî desthilat. Di yekemîn gava xwe ya şovenî de biryar da demografiya herêma Cizîrê biguhere.Di wê demê berpirsê doseya kurd li Sûriyê Mihemed Teleb Hilal lêkolînek li ser parêzgeha Cezîrê di di warê siyasî aborî û civakî de çêkiribû, di lîkolîna xwe de hejmareke pêşinyar li pirsa kurd li Sûriyê destnîşan kiribûn, yek ji wan pêşinyaran ku hejmara wê (8) bû,  anîna erebên “Xemir” li herêmên kurdan li devera Cizîrê bû.
 Erebên Xemir jî ew erebên ku ji parêzgehên Reqa, Dêrazorê û hin deverên din ên Sûriyê xaniyên wan di bin ava Çemê Feradê de mabûn, di 24ê meha Hezîrana sala 1974an de û li serdema serokê rejîma Sûriyê di wê demê de Hafiz Esed projeya erebkirina deverên kurdî ya bi navê (Kembera Erebî ) kete b iwarê cîbicî kirinê. Her di wê demê de jî navên weke Selemiyê ku bajarekî parêzgeha Hemayê ye li gundekî niştecîbûna ereban li Dêrika Hemko kirin gelo Selemiyê li Dêrikê çi dikir?
Armanc ji projeya avakirina komelgeha niştecîbûnê di dema ku zêdeyî 200 hezar welatiyên herêma Efrînê koçber bûne û rê liber vegera wan jî ji aliyê grûbên çekdar û xwediyê projeya gundê Şamiyê tê girtin sedî sed armanca wê guhertina demografiya herêma Efrîna Kurdistanî ye, egera na gelo Şam li Efrînê çi dike?
Li gor Ursula Muller ku alîkara sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ye ji karûbarên mirovî di civîna encûmena asayîşa navnetewî de piştî mehekê ji ketina bajarê Efrînê da zanîn ku ji destpêka dagîrkirina herêma Efrînê ve 71 hezar koçberên Xuteya Rojhilatê Qelemûn û deverên din ên Sûriyê bo wê deverê hatine veguheztin. Herwiha tekez kir ku raporên li cem wan nîşana wê yekê dikin ku guhertineke demografî li Efrînê tê kirin û rê liber vegera xelkê wê jî tê girtin.
Eger niyeta xwediyê projeya gundê Şamiyê ne mayîneke demdirêje gelo çima kampên demikî ji xwe re ava nakin? Her di wan kampan de jî dikarin hemû pêdawîstiyê jiyana rojene ji koçberan re dabîn bikin. Lê ew baş dizanin ku mebesta wan guhertina nasnameya herêma Efrînê ye. Nemze piştî wan bi yek carî hêviya vegera navçeyên xwe qut kirine û li gor lihevkirinekê bi rejîma Sûriyê re li navçeyên xwe derketin û bicih hêlan.
Wekû çawa di projeya Kembera Erebî de zeviyên kurdan yên herî zengîn û guncaw ji çandiniyê re teslîmî erebên Xemirê kirin, wê heman tiştî jî li Efrînê projeya xwe li ser wê ava bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…