Li Kreis Schleswig-Flensburg 04.12.2018 Maseyeke Pêzanînan û gengeşekirina hin Mijaran ji hêla komeke Jinên Kurdistanî, Îraqî, Îranî, Tirkî, Sûrî û Efxanî ve digel Karmendên Fermanberiya Herêma Schleswig –Flensburg hate lidar xistin.Jinên amadebûyî li Beşên Fermanberiya Koçber û Biyaniyan ‘’Ausländerbehörde‘‘ û ya Tevlêbûna Xwecihî ‘’Regionale Integration‘‘ Seredan kirin û ji aliyê Karmendên her Beşekî ve ode bi ode hatin pêşwazîkirin, her yekê/î jî Karê Nivîsgeha xwe ji wan re şirove kir…
Danûstandin erênî bû û hemûyan bi dilxweşî şiroveyên karmendan guhdarî kirin û wisa çalakiyê amanca xwe bicih anî.
Birêveberê Fermanberiya Koçber û Biyaniyan Ausländerbehörde – Kreis Schleswig-Flensburg- birêz Reiner Stiemcke ew jî amade bû û xêrhatinan mêvanan kir.
Amanc ji evê çalakiyê ko dema yek biçe Fermanberiyeke wisa giring gerek zanibe çi dixwaze û li kû dê karibe Kar an pirsgirêka xwe çareser bike, bi giştî ronahiyek li ser Karê Fermanberiya Koçberan ‘’Ausländerbehörde‘‘ û ya Tevlêbûna Xwecihî ‘‘Regionale Integration‘‘ bû…
Têbînî: Girûpa Kurdan Çalakî birêve dibir.
05.12.2018
Ezîz Xemcivîn


Şîrove (0)