Xalis Misewer
Rexnevanê û sîmyoljiyê Ferensî yê bi nav û deng (Rolan Bart), gelekî di nav pîvanên rexneya wêjeyî de çûye, û xwe gihandiye radeya ku teyoriya binyadî, bigihîne asteke bilind, û bigihîne pêvajoya piştî binyadê jî, çimkî berya wî, zimanzanê Siwêsrî (Ferdînand Dusosêr), peyva binyadê cara yekemîn aniye ziman, û destpêkê wî li ser lêkolîn…
Konê Reş
Di navbera 9-16 Ilona 2019`an de wek mêvan, min beşdarî di (7`mîn Filmefestîvala Duhokê ya Navtewletî) de kir. Mixabin ji ber problemeke kesayetî, min nikarîbû herdu rojên dawî li festîvalê bimînim.. Bi hêvî me ku di rojên hatî de ez karibim hûrikên çûna xwe a vê festîvalê, dîtina derhêner û sînemekarên kurd û…
Idrîs Hiso
Ji fîlmên ku di festîvala Duhokê ya navdewletî, gera heftemîn de beşdar fîlmê Her Malek Dibistanek e.
Belgefîlmê Her Malek Dibistanek behsa rewşa zimanê Kurdî û qedexekirna wî ji aliyê desthilatdariyê Tirkiyê ve, bi taybet piştî biriyra daxistina dibistanên Kurdî li Tirkiyê ku berî çend salan ji aliyê şaredariyên Bakurê Kurdistanê ve bi fermî hatibûn…
Dr. Ibrahîmê Mehmûd
Roja 31 ê çirya pêşîn (oktober) sala 1985 an rewşenbîriya Yekîtiya Sovyetî û ya kurdî bi koçberiya dawî ya zimanzan, Profêsor Qenatê kurdo ê ku nêzîkî 76 sal jiyabû, li bajarê Lênîngrad ê, jar û lawaz bû!
Jiber cih û pileya zanistî a ku Q. Kurdo di jiyana zanistî ya…
Ebdilmecît Şêxo
Vê sibehê tu kenî
Di dîma te de
gulek şiqin da
Min dilopek ji şabûna
çavên xwe
bi ser de rijand.
Di sibeha din de
Li aliyek rûçka te de
Sêvek jî çê bû
Li aliyê din hinarek dikeniya
Ez hîn diponijîm
Eyan ez kîjan aliyê bixwim!!
Lê siba tu…
Mihemd Hesko(birasoz)
Kengî me…
bi toza axa welêt
çavên siyaseta xwe kil kir
Kengî me…
bi hêrs û şewata dilê dayîkên pakrewanan
agirê şoreşa xwe hil kir
Kengî me…
axa welêt
bi rondikên dilsoziyê şil kir
Kengî me…
barê dozê
li ser şan û mil kir
Wê demê…
lawên Kurdistanê ne
ku me xebatek ji dil kir.
Hejmara 81 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin .
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
– Cegerxwîn mîna roka ku naçê ava! / Xorşîd Şûzî
Nerîn û Gotar:
-…
Idrîs Hiso
Dawî berhemên nivîskar û helbestvan Konê Reş romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) ye.
Dema mirov çav li navnîşana vê pirtûkê dikeve, pêşbînî dike ku wê çi di nav herdu qapên wê de be, bi taybet dema ku ev pirtûk ji aliyê nivîskarekî mîna Konê Reş hatibe nivîsandin, çinku vî ciwamêrî temenê xwe terxan kiriye…
Daxuyanîyek ji Sazîya K24 ya derbarê qedexekirina karên wê de, ji aliyê Rêveberiya Xwecihî ve ya li Rojavayî Kurdistanê, gihîşt e Encûmen a Sendîka ya Rojnamevanên Kurdistanê- Sûriyê. Têde hatiye aşkere kirin, bêyî ku Rêverbiya Xwecihî tu daxuyaniyeke fermi der bik e, ku kar û çalakiyên kenalê piştî mehekê ji birayrdanê were rawestandin, û karmendên…
Mehmûd Biro
Em dizanin ku penaberên Sûrî yên li Turkyê dijîn, bigiŞtî jiber zilm û zorê û kuŞtin û talanî û malwêraniyê ji welatê xwe bazdane. Vegera wanjî jibo welatê wan pêwiste ku dijêr organîzekirinek navdewletî de bê. Wata herkesek vegerê cihê xwe yê resen, linav mala xwe, li gund û bajarê xwe. Dema em dibihîzin…