Bi Konê Reş re gerek li Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî)

Idrîs Hiso

Dawî berhemên nivîskar û helbestvan Konê Reş romana Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) ye.
Dema mirov çav li navnîşana vê pirtûkê dikeve, pêşbînî dike ku wê çi di nav herdu qapên wê de be, bi taybet dema ku ev pirtûk ji aliyê nivîskarekî mîna Konê Reş hatibe nivîsandin, çinku vî ciwamêrî temenê xwe terxan kiriye jibo nivîsa bi zimanê bav û bapîran û bi tayebet derbarê dîrok, filklor û serpêhatiyên devera Beriya Mêrdînî û gelek mijarên din ku ne dûrin ji dîrok û jiyana xelkên vê deverê û têkildarî hevin.

Pirtûk ku ji weşana Sîtav e û ji 270 rûpelî pêktê, vegotina jiyanameya nivîskar bi xwe ye, lê jiyanameya nivîskar çîroka Beriya Mêrdînê bi giştî li xwe digre.
Çendî girînge mirov li vegotina çîrokên heyamên derbasbûyî guhdar bike, lê ya girîngtir ku ew çîrok bi nivisandinê werin parastin û jibo nifşên bê were veguheztin, ev karê girîng Konê Reş li xwe girtiye û berhemekî giranbuha û pîroz li pirtûkxaneya Kurdî zêde kiriye.
Pirtûk dikare bibe dîroka herêmê ku bi şêweyê vegotinê rasteqîneyên deverê bo xwêner vedighêze.
Di pirtûka Beriya Mêrdînê de xwêner dê li Beriya Mêrdînê bigre û bi zimanekî kurdî nerim û resen li çîrok û serpêhatiyên heyamên derbasbûyî ku heta niha jî bandora xwe li ser jiyan û tevgera xelkên Rojavayê Kurdistanê dike guhdarî bike û bixwîne.
Wê zaroktiya wê demê, xwendina olî, destpêkirina dibistanên fermî, çîrokên Qewal, Mela û Derwêşan, dengvedana Şoreşa Barzaniyê Nemir, rewşa jinê di civatê de, çîrokên parçekirina Kurdistanê bo SERXET û BINXETê û destpêkirina desthilata Erebî û xwendin û perwerdeya bi zimanê Erebî û qedexekirina Zimanê Kurdî, çandina mayinan di kezeba beriya Mêrdînê de û qurbaniyên ku xelkê vê beriyê dane û didin da ku bi vîna xwe û evîna xwe hebûna van mayinan pûçbikin, çîrojka Sultana Serhên û Şemsa Mihemed xayê Deqorî bixwîne û bibhîze wê verge di nav bîranîn nivîskar de bijî û li ser zimanê wî û beşekî dewlemend ji dîroka deverê bixwîne û di nav de bijî.
Di romana ku mirov kare bi dilrehetî navê Romana dîrokî an jî jînenîgarî lê bike, adet û nertî û çanda deverê binase.
Konê Reş ji gundê xwe Doda dest bi çîrok û serpêhatiyên Beriya Mêrdînê dike û konê xwe li ser seranserî deverê vedigre, lê ew herdem dibêje Qamişlo vîn û Evîna mine û Doda û hemû gund û bajarên Beriya Mêrdînê û Kurdistanê gund û bajarên min in û landika evîna min in. bêyî ku rasterast ji me re  bêje ew me hand dide ku em her tiştî û her hestî bi zimanê Kurdî binvîsin ji ber ew kesayetî û nasnameya me û xwe di zimanê me yê şêrîn de dibîne.
Gotarek û du û sê û bi dehan gotar jî têra te nakin ku em ji te re hey xwênerê berêz vê romana xweş bidin naskirin, incex tu pirtûkê bigrî nav dest û rûpel rûpel bixwîne û piştre tu binasî ka Konê Reş çi vedibêje û çi nameyê dighîne.
Hêjaye mirov vê romanê her êvar hilgire û di nav civatê de ji zarok û jinan, ji mêr, gênc û keçan re bixwîne, da ku bîr û bîranînên şêrîn û tal, fedakarî û mêrxasî di bîra civaka me de sax û zindî bimînin heta roja ku Beriya Mêrdînê û seranserî welatê me azad û serfiraz bibe.
Hisiça 25.08.2019z
Di rojnameya Kurdsitan hejmara 156an, roja 1.09.2019an de belav bûye   

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…