ji bo şehîdên Qamişlo (KKS) li Berlin xwepêşendanekê li dardixe û Newrozê jî pîroz dike!

Dîsa hêzên ewlekarî, yên rîjîma Sûriyê li bajarê Qamişlo di êvara Newrozê de çek dijî kurdan bikaranîne. Dema grûpek ji xortên kurd, şahiya Newrozê bi sitran û dîlan li dora mûm û agirê Newrozê pîroz dikir, ew bi destên wan hêzan hatibû gule baran kirin. Di encama wê êrîşê de ta vê rojê 3 kurd şehîd ketine û bi kêmayî 5 kes birîndar bûne û kes in jî hatine girtin.

Ewan hêzên ewlekarî cejna Newrozê ji xwe re kirine derfetek, ko di vê rojê de kurdan bitirsîne.
Newroza Şamê, ya sala 1986 an, 12.Adara 2004 an û 20.Adara 2008 an diyarkirin, ko rêjîma Sûriyê dixwaze Adar bibe şînî ji kurdan re. Lê vîna (îrada) gelê me mezintir re ji armanca rîjîmê, ko agirê Newrozê vemirîne.
Serhildanên Qamşilo, ya 12. Adarê diyar kiribû, ko gelê me bi hêzeke mezin liber xwe dabû.  Hêviya me ew bû, ko îsal rê ji rîjîmê re  ne hatibane vekirin, ko ew pilanên xwe pêk bîne. Lewra em dixwazin, îsal jî Newrozê li Berlinê pîroz bikin û agirê azadiyê û serhildanê pêxin. Em ji boyî şehîdên Adarê di roja duşemê de bi merov û hêzên almanî û yên dinî aştîxwaz re li Berlinê meşekê li dardixin.
Komela Kurdên Sûriyê li Berlinê di wê hêviyê de ye, ko wê tevgera kurd li welêt îro û pêşerojê bi şêweyekî berpirsiyar li hemberî xwînrijan derkeve û wê ew û gelê me pêşberî pilanên rîjîmê hişyar be.
Em ji gelê kurd re dibêjin, bi her serhildanê winê tirseke mezin bixine hinavê rîjîmê de û  bi wê jî gelê me xebateke giranbuha di dîrokê de dinivîse û bi vî awayê xebatê pirsa kurdî digihêje raya giştî, da ko rîjîma Sûrî bê şermezar kirin.
Em jî wek komele, siyaseta vê rîjîmê şermezar dikin!
Em sersaxiya malbatên şehîdan dixwazin! Şîniya wan, ya gelê kurd hemûyî ye.
Em sax û silametiyê ji birîndaran re dixwazin!
Azadî ji girtiyên kurd re di zîndanan de!

Komela Kurdên Sûriyê li Berlin

Têbînî
ji bo meşa duşemê li Berlinê (Ostermarsch 2008)

Dem: Duşem, 24.03.2008
Seet:  11.30
Cih: Adenauer Platz (U 7) li pêşberî Sparkasse

 Berlin, 21.03.08

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…