SIRÛDA GENIM

Fewaz Ebdê

Diyarî canê
Ebdussemed Dawud
**
Nema zanim ..
Ji ku dest pê bikim
û li ku rawestim!
Ji zeviyên genim ku bi dizîka navê te dibêjin?
Mîna ku hê tu neçûyî
û hîna tiliyên te bi simbilan dilîzin.
Tu dikenî, distirê û dibêjî:
“Nigê xwe li şînê xin,
wê bidin alî..
paleyî li bende şînê namîne!”
Yan ji çaxê ku em bi dû ewran diketin?
Me sîberek ji asîman didizî
û bi jinan re
me stiranên paleyê digotin..
hey pale pale pale das li malê betal e
hey pale pale pale xak tî ye, dil dinale..
Kenê te sirûdek bû
ji nav çewalên ceh û genim derdiket
Xwe vedidizî
ber bi tenuûrê ve diçû
Nanê bi çêja ken dipêja û digot:
“Ev nan ê me ye, naşibihe nanê bajêr
Ev nanê me ye
Bi xwêya xwêhdan û bêriya dapîran hatiye stiran”!
Em ji gund dihatin
Li gund her tişt zelal bû
Em zû radibûn hev
zû pevdiçûn û
zûtir levdihatin
Li gund
Me hezkirin li hev parvedikir
mîna ku em zeyt û Zeytûnan
nanê bi sîr
nanê bi avabacanan
li hev parvebikin
Me hev xweş nas dikir;
ji şêweyê gavavêtinê me hev nas diskir
ji şêweyê avkişandina ji bîra dewlê
ji şêweyê dengbêjiya stiranên paleyê me hev nas dikir..
ji mestbûna di ber stiranê re me tevan bi hev re digot:
Ev Ebdussemed e..
Belê ev Ebdussemed e
Va ji nav me firiya û çû xwe li perê ewrekî danî!
***
Gund resenî diçand
Her tişt resen bû
Şêweyê rûniştina li dora agir
Bêdengiya me çaxê mezin dipeyivîn
Rêzgirtina kesê ne li ba me, mîna ku amade be..
Belê Ebdussemed te em fêrdikirin
Çawa em bikenin û kesî birîn nekin
Çawa bi jiyanê bikenin bêyî em xayintiyê lê bikin
Te em fêr dikirin çawa êzingan hilgirin
û di bin bar de bistirên..
Te digot:
“Stiranbêjî bar sivik dike
ew barê ku jiyanê daye pişta me”!
Û vaye ji vê sibê de tu ji nav wêneyan
bi dizî gazî min dikî:
“Negrî, lê binivîse”!
Vaye ez te dinivîsim
Tu di riwê zordariyê de kenek bû
Tu di nav zeviyan de sîberek bû
Tu bêhna nanê tenûrê bû
Tu dengek bû di stiranên Koma Xelat de
Tu çîrokekî resen î,
ku zarok li reseniyê bipirsin
emê çîroka te ji wan re bêjin..
Vaye te dinivîsim
te helbestek dinivîsim
helbesteke bêdawî
helbesteke bi soryaliyeke nazik xemilandî..
Tu di bîrdanka gund de xewnek î
Tu rastiyeke yekta yî
ku gendeliya bajaran
nedikarî rengê xwe li te vede!..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…