Gotar

Girêka xirboqî..

Firyal Hemîd

 Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî  û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne,  her yekî rêya xwe girtiye, wê jî kedeke baş kiriye.

Lê her ew pirs di serî de digere.

ma ez vegerim?

Ax ev çi hale?

Li wir hewla avakirina herêmekê dibe, û ta ew herêm ava bibe, gerek tev alîkar bin.her yek ligor karînên xwe.

Gelo here wê astengiyan bibîne? Û wê bi kê re bixebite?

Kurd li wir du serî ne, ji xwe ev çîrok dawî lê nayê!

Dema Serê xwe ji ser balgehê rakir, çavên wê li Alaya ku roj di nîva wê de ket, ya li ber sûretê şervana gulî dirêj, hema bi xwe re bişirî û got:

divê ez vegerim.

F.H

22.10.2025

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Yê ne li şer e şêr e.

Bavê Zozanê Min nivîsên gelek kesan di derbarê mihrecana helbesta kurdî ya 2026an de, ya ku li Essen ê tê lidarxistin, xwendin.…