Nameyek bo Malbata Şêx Maşûq

Lewend Hisên

   Di destpêkê de, bi navê xwe û navê welatiyên Kurd li bajarê Tirbespiyê, ez lêbûrînê ji malbata Şêxê şehîdan dixwazin, dibe ku hinek, bibêjin: ji bo çiye ev lêbûrîn, û çima di şeva Nûrozê de?

   Kurê min, tim ji min dixwazê, yan jî ew bi xwe yekser di kimpiyûtira min de, diçe li peyva Şêx Mûrad guhdar dike, û pêre jî di axive û gotinên wî dûbare dike, lê ya herî bitir, peyva min dûbare dike, dema min Şêx Mûrad pêşkêş kir ji miletê Tirbespiyê re, û min mizgîniya yekîtiya Koman diyar kir.
   Bi rastî bi delekî bextewer û şad Şêx Mûrad Xeznewî, pêşwaziya ewê mizgîniyê kir, û ji partiyan xwest ku ew jî wek van koman yekîtiya xwe bikin, ji ber Şêxê şehîdan, ev hêvî û omîda wî bû.
   Lêbûrîna min ji malbata Şêxê şehîdan eve: Mixabin ezê îro, ne mizgîniya yekîtiya koman yan jî partiyan bighînim we, lê belê ji serhildana Avdara pîroz û vir de, me hewil dide ku em komên xwe bikin yek, bi rastî em çend kurd perweran û dilpakan bi rolek mezin radibûn, û me ew armanc pêktanî, ji bilî komekê yan jî du koman bi me re ne dikirin, mixabin Nûroza meyî îsal 2008ê, li bajarê Tirbespiyê, bi parçebûnek bê wate wê bê kirin.
   Ez bi dilekî tije kul û derd li wê peyva xweyî sala par guhdar dikim, û ji xwe re dibêjim: nizanim ez herim Newrozê yan na?, û heger ez pêrgî Şêx Mûrad bûm, ezê çi jêre bêjim; Nizanim!

20-3-2008

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…