Kurd ne bi tenê ne

Azad Ehmed Eli

Êrîşa Tirkiyê ku berî niha li bakurê Iraqê pêk hat, şerek li hemberî rastiya îro, encama polîtîk ya herêmê û şerê cemidî bû. Tirkiyê bi vê êrîşa xwe dixwaze herêmê, piştî belavbûna Sovietê û organîzebûna NATO yê li mintîqê, germ bike.
Piştî belavbûna Sovietê, rola Tirkiyê li dijî hemwelatiyên xwe yên kurd, muxalif û welatên cînar ku bi hişkî nîşan dida, hatibû sînorkirin. Lê wisa xuyanî dike, ku polîtîka Tirkiyê ya şer ne serkevtî ye û projeya ji aliyê wan ve hatiye plankirin, bi gavên dawî birîndar bû.
Çavdêrên pispor wisa bawer dikin, ku piştî bicîhbûna hêzên NATOyê li herêmê, armanca manewreya Tirkiyê, nîşandana hêz û cihê xwe yê stratejîk e. Tirkiyê bi kirina operasyonê dixwest, ji awira cidiyet, pejirandin, parastin û cîanîna berpirsiyariyê, xwedîderketina USA û hikumetên ewropî li Herêma Kurdistanê imtîhan bike, sînoran fêm bike.
Pêkhatina Herêmê, di serî de ji bo kurdên li wir, paşê jî ji bo tevayê kurda, îşaret û piştgiriya hebûnek/çêbûnek polîtîk e. Îro jî ev qonax didome.
Rêvebiriya Tirkiyê, piştî operasyonê, ji aliyê siyaset, medyayê û leşkerî ve bi dijîtiyeke cidî hate hemberî hev. Piştgiriyek berfireh ji bo Pirsa Kurd hate nîşandan. Li Iraqê, derûdorên polîtîk û çandî piştgiriya tecrubeya /pêkhatina Kurdistana Iraqê kirin. Ereb jî berevajiyê ku turka texmîn dikir, dijitiya xwe eşkere nîşan dan. Beşek ji eşîretên ereba anîne zimên, ku ew amadene kurda biparêzin. Ji rêvebirên turka re eşkere hate nîşandan, ku tecrubeya li Kurdistana Iraqê têra xwe kevnare ye, ji ewropiyan bêhtir, ereb li vê tecrubeyê xwedî derdivin û diparêzin.

Mesaja eşkere ya UN ê
Di encamê de derket holê, ku cîhana ereba ji bo pirsa hebûn/ tecrubeya kurda û parastina wan, ne bê helwêst e û girêdanên xwe yên yekser hene.
Di demên dawî de li peytexta Herêmê, vekirina niwênerî û balyozxaneyên welatên ewropî û UNê ji bo kesên/cihên dixwazin ewlekariya Kurdistana Iraqê têk bibin, ji awira polîtîk ve mesajek eşkere ye.
Lewmaye ku şerê Tirkiyê yê dîplomatîk û leşkerî têk çû. Ji Tirkiyê re hate gotin, ku Armanca dumahîkê avakirina Federasyonek Kurdî be jî, tecrube û pêkhatina Herêmê ji aliyê UN, EU û hetanî Vatîkanê, Yekîtiya Ereban ûhwd. ve tê parastin.

Ji bo Tirkiyê tiştê herî xirab ew e ku, pirsa PKK weke pirsek “şerê turka bi hêzek şervan re” nîşan dide.
Mûmkun e, ku dosyeyên bi mafê kurda ve girêdayî di refên welatên Herêmê de bêne jibîrkirin. Lê ev yek nayê wê wateyê ku raya giştî ya navnetewî, li hemberî zordariya li dijî kurda dê bêdeng bimîne

——

(Rojnameya Hayat, Londra, Wergêr: Gabar Çiyan).

Zarathustra News – zarathustra_news@comhem.se

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…

Mislim Şêx Hesen

 

Di demeke siyasî ya hestiyar de ku herêm tê re derbas dibe , û ligel zêdebûna pirsgirêkên herêmî û navneteweyî , Şanda Hevbeş a Kurd li Rojava hate avakirin û ragihandin ,û ev li ser bingeha encamên Konferansa Kurd, da ku daxwazên gelê kurd ku bi dehsalan têkoşînkirin ji…