Hawar e ! Tirko doza çi li me dike?!

  Konê Reş

1
Hawar e!
Tirko doza çi li me dike?!
Her ku em li berxwe didin
Û serê xwe bilind dikin
Tirko hêç dide..
Her ku em cihê xwe xweş dikin
Tirko dicefile..
Her ku em darekê diçînin
Tirko diricife..
Her ku em avaniyekl ava dikin
Tirko dînomîno dibe..
Tirko doza çi li me dike ?!
Haware desthilanîn fereca xêrêye 
Em jî, li fereca xêrê digerin…
Û ferece
Di dest wan deye
Hawar e, qey tirko hebûna me

Di nebûna xwe de dibîne?!!
2
Hawar e!
Her ku em hêlînekê ava dikin
Tirko şaşomaşo dibe,
Ji wê hêlîne dibizd e..
Hawar e, ji kitikê bizdonektir tune ye
Dema ku mirov rê lê teng dike
Ew kitik dibe wek piling û
Xwe êrîşî nav çavê neyar
Dike
Em jî,
Li azadîya xwe digerin…
Tirko doza çi li me dike?!

3
Hawar e!
Ji 85 salan ve
Em li rêka çûk digerin
Tirko li pêş me disekine,
Difitile û lotka dide..
Hewil dide wê rêkê li ber me bigire
Da ku em têre
Ne firin,
Bi zimanê dê û bavên xwe
Ne axifin,
Dapîr û bavpîrên xwe
Nas nekin
Şûnewarên pêşîyên xwe
Ne xepêrin..
Ji 85 salan ve
Çûk û çivîkên welatê me
Bi ber û berikên tiving û topên tirko
Têne kuştin
Di mişextî û zîvarîyan de
Belav dibin
Roja îro
Di taxên, derdorî Stenbolê de
Dor 4 melyon Kurd
Kom dibin…
Hêjî tirko doza Kerkûk û Mûsilê dike..
Wa weylê lê vê sosretmayê;
Tirko doza çi li me dike?!!

4
Hawar e!
Em jî dixwazin
Bi aştî, aramî û tenahiyê
Li ser xaka bav û kalên xwe
Bijîn..
Çûk û çivîk bi star
Di hêlînên xwe de
Bilûsin..
Êdî nema kes darên beriwa
Ji ser çiyayên Kurdistanê
Bibirin…
Êdî nema kes berfa spî
Li ser çiyayên bi mij û moran
Sor bike..
Pezkovî bê tirs ji nêçîrvanan
Li ser çiyayên Cûdî, Barzan, Qendîl,
Pîremegrûn û Herekolê Azîzan
Biçêrin..
Şivan û gavan bê tirs ji gur û hirçan
Kerî û garanên xwe di mexelên deşta
Şehrezûr, Ormîya û Silîva de
Mexelkin…
Hawar e Tirko doza çi li me dike ?!!

5
Mijde bo we
Çendî tirko lotka bide
Kerkûk perçak ji Kurdistanê ye
Şingal û Zemar li maka xwe
Vedigerin..
Tirko çi dike bela bike..
Hawar e!
Em jî li aştî, aramî û tenahîyê
Digerin…
Em jî aştîxwaz in

Tirko doza çi li me dike..?!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…