XATIR XWESTINEK BÊWEXT

  Demhat  Dêrikî
 
Diyarî bo dayîka min
Li wir li wî gundî
li wê dema asîman digiriye û xewn di nav xewê de  li qadan
şahî serjêdîbû. 
Li wir …li wê dema ku şîqaşîqa tîrsoran dibûn çîroka tirsê di guhê
zarokan de û li bin banê xewê  xwe diveşartin.
Li wê dema dengê bavê min ji mizgeftê bilind  dibû digihişte katê 
heftan  û kuştarên serberdyî di şevên bêbext de tovê  xwekuştinê

direşandin .
Li wê demê dema ku seyên me jişbo xelkê dikirin ewte ewt û
Kevokên  me basikşike tîbûn   aha li wê demê  li wî gundî
Pişîi qolencên şoreşjankêş ji wir …ji wê pîrozya pîroz
di wê şeva tirsonek de
di malgeha dilwêrekiyê de te e z hembez kirim dayê.
Erê ez hatim
û qolincên êşkêş
Giriyê poşmanîkuj
Rondikên şahiyê bi narînlêva ramûsanên te
ez dipêçam û li nav dilovaniya te  ya  deryayî dişûştim .
û dema giriyê min li nava bajarê te deng dida peyvên te yê lorî lorî kurê min
Lorî lorî berxê min bajarekî bêdeng ku çirayên şevroniyê li kolanên xwe
dileyestin diyarî min dikir.
û dema rêwitiya mayîn û nemanê destpêdikir rûpel zêde dibûn çîrok dirêj dibû
Bûyerên ser pira siratê pir dibûn
û asîman dibû rengek    din    dîtinek din
Hebûnek din …rojê textê xwe li ser vedabû.
Erêêê…erê li bin vê taca nû 
li wir li wî gundî 
tîjkên tîrmehê ji eniya te 
xwîna mezinbûna min diherikand
û toza mirinê  di nava te de rê çêdikirin.
Lê dema ew dergeh vebûyî
ew çI pêl bû ez kirim zerpelek ji te dûr kirim û koçberiyek birîneke hezar salî
kir navê min?
Ew çi dûrîkirin bû ku di hemû yesmîn û nêrgiz û gul û kulilîkan de tenê min
bêhna pirça te dikir.
û dema bazinên ji xwînê destên min mîna gurekî mijhez xwarin

û li ser dîwarên ku ji cendikan bilind kirîn
min navê te di hişê xwe de dikola …û ew rojên bi keskesoran tu dihatî
û hêsirên te yê ser kevîka pencereya dilahîn çîroka zarokatiya min digotin
ji bîra min naçe dayê.
Ew çi dîmen bû ez li vî alî û tu li wî alî  
û hêsirên te e z dibirim wê şevê
destpêka qîra wê qolincê?
ew çi qîr bû deh sala ez di nava xwe de xwarim !? 
wê demê
min dixwest te bibînim
te daqurtînim
û ser şopa lingê te hezkirina xwe biçînim.
Lê min nizanî bû çiya jî dibin bêbext!?
Min nizanî bû dem jî bêbextiyê dike?
Tenê pazdeh roj ma bûn li  te vegerim li xwe vegerim
û di hembêza   te de xwe bibînim… û te barkir.
Ev çi xatirxwestineke bê wext bû ?
Hêj ji te têr nebûbûm
Hêj hewcedarê dilovaniy te bûm dayê.
De çavan veke û bi kenê wê rojê min pêşwazî bike.
Va ez li ber derîme û ew peyvên ji dilpênûsa te yê
Li ser baskên çivîk û kevokan neqişbûyî bi min re ne
Wek fenerê vêketîne.
De veke ji pişt wî derî were der.
û dema zîqîna derî wek awaza mirinê bi destê reşgirêdana xwişka min
Meryem vedibe û konê reş rondikên şînê dihijmêrê
û qîra wê demê dubare dibe 
û dibêje  tu dereng mayî wek derengmayîna azadiya welatê min
Careke din min xwe winda kir dayê!!. 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…