Sersaxî bo Sînemxan keça Mîr Celadet Bedirxan Û malbata nivîskarê kurd Selah Sadellah

Birêzan !
Malbata Sadellah li Zaxo
Sînemxana Mîr Celadet  Bedirxan
Azad û Dilnaz, zarokên rehmetî

Ezbenî, bi dilekî xemgîn me nêçeya oxirkirina dawî a nivîskar û rewşenbîrê kurd Xwedê jê razî Selah Sadellah sehkir…Dereng bû ji çûna wî re, hêj gelek kar û barên xebatê li hêviya wî bûn, gelek projeyên wî di nêvî de man..lê em çi bikin karê dinyê waye, dinya baqê nîvciye…Qedera bê ewle jî bi rola xwe radibe…Belê tevî wiha, rehmetî kêmanî nekir û pirtûkxana kurdî bi berhemên xwe dewlimend kir..
Bêguman em jî bi we re beşdariya şîna wî dikin, sersaxiyê ji we û gelê kurd re hêvî dikin û bi dengekî bilind dibêjin bela serê we, serê gelê Kurd û rewşenbîrên kurd sax be, cihê rehmetî bihişta rengîn be.

Konê Reş
Qamişlo 19/10/2007 

——–

Nivîskarê Kurd Selah Sadellah kîbû ?
 
Selah Sadallah Nivîskar û rewşenbîrekî Kurd bû, zavayê Mîr Celadet Bedirxan bû, ango hevserê Sînemxan  bû. Îro (19/10/2007), li başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê koça dawî kir û di eynî rojê de, ew bi awayekî rêk û pêk, bi beşdarbûna cemawerekî mezin ji dost, heval û kesayetiyên berpirsyar li bajarê wî Zaxo hat veşartin.
Rehmetî xwediyê xebateke dirêj bû di warê çand û edebiyata kurdî de zêdetirî 20 pirtûkan nivîsandiye.
Selah Sadellah bi ferhenga xwe ya Ingilîzî – Kurdî a bi navê (Ferhenga Selaheddîn)û her wiha bi pirtûkên wergerên ji Îngilîzî bo Kurdî, wek Berfên Kilîmencaro, romana Ewê Dîplomatik, hem jî ji Erebî bo Kurdî dihate naskirin.
Vê dawiyê rehmetî Selah Sadellah pirtûka Ehmedê Xanî (Mem û Zîn) ji Kurdî wergerandibû Ingilizî, ew berî mirina xwe bi çapkirina wê berhema xwe re mijûl bû. Hem jî pirtûkek li dor kurdên Suriyê amade dikir..

Konê Reş
Qamişlo

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…