Mihemed Uzun: koçberiya te Ma ne zû bû??!!

Narîn Umer

Roja pêncşemê.11/10/2oo7,qêrînek bê dawî Ji Amûjgeha romana Cîhanî Derket , li ser nalîna romana kurdî,ya ku ji hiş û ziman û bizavê ketibû Dema feleka bê Ol bê soz derbasî hola himbêza wê bû, û delalê dil û canê wê (Mihemed Uzun) revand û sipartî bê bextiya narvînê kir.di wê keftelefta bê çar de,û kombûna romanên bi zar û ziman û netew de,û bi amadabûna nojdar û şarezayên navdar, yek ji wan ne karîbû hiş û bizavê lêvegerîne ta giyanê Mihemed yê dilovan pifandinên pîrozî li giyanê wê weşand û rewanê jiyanek nû jêre afirand,û bi pispisek evînî ew axêft:
xema nexwe li ser koçberiya min,ey delala min/romana kurdî/.na mire yê ku ji kaniya Evîniya te vexwe ta mest bimîne,ez Mihemed uzunim,ezim yê ku bêhtirîn kes di nav xweşiya te de avjenbûme,ezim yê xwe sipartî paytexta te di kir dema narvînê  hewildanê xwe di kir,bi çerxa felekê re ku zorberiya min bikin.ezim yê ku te rûmetiya herdemiyê u nemiriyê diyari min kiriye,ji rasora pîrozbahiya xwe.
Dema  hişê vê romanê wê lê vegera, dest bi hewar û giriyê xwe kir û got:
Wa Mihemed,tu dibêjî ez namirim,lê belê tu çûyî û te zû ji nav me barkir, Xwediyê /54/salan mihemed,ma ne zû bû te barkir?! Û te…
Ji nişkave Mihemed gotina wê biradnd û got:
Têgihiştiya me, em Ademîzad ji jiyan û mirinê re herdem şaş û çewt tête,çikû Ne gelekî giringe li ba min, ezê çend sal û çend dema bijîm,yan jî temenê min Wê dirêj be yan jî kurt be li vê dinê,lê ya gelekî giring li ba min ev pirs û pirsiyarên hene:
Wek ku ez kesek,mirovek di vê komika gerdûnî de, û di vê şanika ku bi vê komê ve Girêdayî /şanika kurdewariyê ve/girêdayî: tê çi di jiyana xwe de bikî?tê bikarî çi
Ji komika xwe ya ademîzadî û kurdayetî re bikî?çi kar û xeatê tê ji mirov û kesên
Wan re bikî?!çawa tê beşdariyê bi mirovan re bikî da xwe û miletê xwe û kesên Cîhanê pêşbêxî??!!
Erê delala min,ji ber van pirs û pisiyaran ez bûm evîndarê jiyanê,û min bi dest Gerandinek bê dawî li lanek bi hêz kir,da ez seqyên hebûn û mayîna xwe têde
Birêsim.ta mim tu dîtî,û te ez fêrî binyada evîniya saxlem û dirust kirim,û te ez fêrî endizyariya çîroka mirin û nemiriyê ,û hebûn û tinebûnê kirim. Ta eviniya min û te mezin bû,bû romanek bê dawî,dastana evîniya min û te vehûna, û hê di vehûnê.
Ez Sersaxiyê ji malbata Mihemed re,û ji hemî mirov û heval û xwediyên wîre, û ji milêtê kurd re bi tevayî dixwazim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şex Hesen – Kobanî

Di şopandina dîroka dewletên Rojhilatê Deryaya Spî (Rojhilata Navîn) de, eşkere dibe ku dabeşkirina wan dewletan ne li ser bingeha faktorên xwezayî an civakî pêk hat, lê li ser bingeha berjewendiyên hêzên derve hate saz kirin. Ev rêbaz, ku di nav polîtîkayên kolonyal û stratejiyên navneteweyî de…

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…