Gotar

KURD Û CIVAK Û HIN KÊMASÎ (2)

Cadan Osman

Birayên hêja emê rûpelekî nû vekin ji van rûpelê civaka kurd û emê careke din dibin cava re derbaskin bihûrbûnek taybet û bi dûrbînek zanistî û emê rexnê xwe ji were raxin da em tev bi rengekî şaristanî binirxînin da ku çarakê hev beş jêr peydakin ligor dem dixwazê, û rûpelê vê carê MÊRJINÎ ye ji xwestinê ta biguhestinê û hemû şax û paxê pêv girêdayî .

Her wek em tev dizanin ku hin pîvanên giştî yê mêrjiniyê hene gerek car carna mere li ser wan biskine da sûdê jê bigre û bi taybetî di pirs girêkên serekede wek vê mijara me, û evin hin jiwan pîvanan :
– Gerek bûna dil xweşya herdû rexan .
– Kuta kirna xwendinê .
– Kuta kirna leşkeriyê a xort .
–  Peyda bûna karekî xerciya rojane bi kêmayî misoger bê .
– Bê guman xanîkî sermyan ser bixwe .
Her wiha gerek mêr jinî ji roja pêşîde cidabê ji mabatê û bi sera xwebin çiqa pirs girêk hebin, jiber alozîk pir dijwar derdikevê holê û piştî demek pir kurt,  dinav bera malbata mak de û malbata nûde, û di pêşerojê de dibê dilmanîk mezin û dighê ta bûyerin mezin tir û poşmaniyê .
Tiştekî balkêşe em bêjin ev gerekên bûrî pîvanê jiyaneke normale û ne bitrye û mafekî rewaye ji jiyaneke xwezayî re .
Lewra em dibînin evin mijarên gerek ku mere li ser raweste û têr bike û ne wek çêdibê .
Tiştin din hene cihê rexnêye,  têkilyên di nav bera herdû malbatên ku dixwazin mirovatiyê girêdin û astengên ne gerek ku peyda dikin divê nav berê de û a herî belo Qelene ku dibê kelema herî mezin ya ku dem tev wê şermezar dikê û bazara Nexta Qîzê dibê wek bazara kirîn û firotina lawirekê bê şerm û fedî û pêl mafê mirova dibê divê sed sala bîst û yekê de, lewra :
 gerek Qelen ji kokê de bê hilkirin û guhertin bi rengekî nûjen û hem demî û bibê alîkarî ji bûk û zavê re .
Buhêrkên di ahengên Mêr jinyê de derbas dibin guhertinek gerek jiware divê .
– Wek danheva pir ji mirovê dûr û nêzîk û bê guhdan, ev jî cihê lê vegerê  ye .
– Deng hildana Mîgrefona bi rengekî hovîtî tê bilind kirin û bawer nabê ku cihê dil xweşya kesî ye .
– Dana perê şêraniya ne rengekî şaristaniye û gerek ne ket û ber bê, û girdayî kesê gelkî nêzîkî herdû rexan bê .
– Dorpêçkirina zarok û xortên negetîv di ahengê de .
– Cida kirina mêr û jinan ji hev rengekî şûn mayê ye .
– Xeçkirna pera ne tiştin gerek de û jibo paye bûnê, û ûerme .
Bimînin di xweşyêde .

Dumahîk heye .

www.keko.57@hotmail.com

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…