Helbest u pexşan

LI KEVÎ YÊ BUHARÊ

XEMGÎNÊ REMO

Ez û te û
Şeva nîvê şevê
Cîhanek bê deng û
Hîveke şeng …
Destpêka bayê buharî
Kulîk li şaxê dilê min
Dibişkivîn
Min te divîya bûka yek şevî
Bînvedana piştî lez û bezê be
Lê ewrên te bê deng bûn
Birûskên çavên te jî
Bi şermokî dijenîn
Ew barana min divîya

Hîç ne barîya …

Tenê li kevî yê buharê
Hezê min diçêrîyan …

Sînga te ya nîv tazî Vînosê
Sotîgehek di cane min de
Vêdixist û
Du dilî yên te
Min bê gav dikirin
Ez bi çavên xwe dikenêyam
Û di dilê xwe de digrîyam …
Te divîya û ne divîya û
Her ku nêzîkî te dibûm
Keroşkên tirsê
Ji nav mijdankên te direvîyan
Bi lerzîna lêvên te re
Zemîn di bin lingê min de
Dihejîya û
Maçeke nîvçe
Li ser lêvê min beravêtî bû …

  Qamişlo / 15 / 3 / 2007 /

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…