Kurd di navbera welatparêzî û neteweperweriyê de

EBDILBAQȊ ELȊ
Mirov bixwe heyinekȋ civakiye, di nava komelgihekê de ji dayik dibe, ȗ tê afirandin, ȗ di nava wê de dijȋ ȗ bi derdora xwe re dikeve têkilȋ ȗ pêwendiyan, bi wê komelgehê ve tê girêdan ȗ ew xwe pê dibȋne.
Wek tê gotin mirov kurê jîngeha xwe ye, jîngeha ku mirov hembêz dike wȋ bi teybetmendiya xwe çap dike, mora xwe li ser jiyana wȋ dide, mirov bi jîngeha xwe ve tê girêdan, dibe hêmanek ji jîngeha  xwe.
Ango girêdan “ayidiyet” pêwȋstiyeke civakȋ xweristiye, pêdivȋyeke hebȗniye ji jiyana her kesekȋ re, mirovatiya xwe ji hebȗna xwe di nava komekêde werdigire, ev girêdan weke nasname ji mirov re tê naskirin. Lê gelo girêdan “ayidiyet”  çi ye, û nasname çi ye?.
Ma mirov yek girêdan ȗ nasname heye, yan çendȋn nasname ȗ girêdan ji mrovre hene?.
Faktorên ku ayidiyetê an nasnameyê diyar dikin çi ne? ma ew faktor stander an dînamîk in?.
Mirov ayidiyetên xwe hildibijêre yan li ser wî tên çesipandin?.
Girêdan “ayidiyet” ȗ pașê nasname liser bingeha çend hêman yan faktoran tê diyarkiri ȗ sȋnordarkirin:
•    komele yan têkiliya xwînê 🙁 Malbat ,Ȇl, Eșȋr )
•    Komela cih (Tax, Gund, Bajar, Herêm, Welat)
•    Komeleya olȋ ȗ mezhebȋ
•    Komeleya abȗrȋ: (Pîşeyî, Sendîkayî)
•    Komeleya çandȋ, rewșenbȋrȋ ȗ hunerȋ: (forum ȗ komeleyên toreyȋ, çandȋ, ȗ hunerȋ)
•    Komelên polȋtȋkȋ: (Dewlet, Partȋ ȗ komeleyên konevanȋ)
Lê ev nȋșndana berfereh ya nasnameyê cudahiyê nake dinavbera nasnameya bingehȋn ȗ ya duyemȋn de ȗ ne dinavbera nasnameya ku yek ji xwere hildibijêre ȗ ya ku pê jidayik dibe.Li vir divê em cudahiyê bikin di navbera girêdana bingehîn, stander de, ku yek ne xwedî azadiya bijartinê ye, û girêdanên duyemîn û yên din ku mirov bi serbestî hildibijêre.Kêfxweşiya mirov çiqas mezin e dema ku tîma wî ya neteweyî di her cure pêşbaziyê de bi ser dikeve, her mirovek li ser rû yê zemȋnê dijȋ bi gel ȗ welatê xwe serbilinde, bi destkeftiyên kur û keçên wî welatî serfiraz ȗ dilșade, ȗ ev ji mirovekȋ re mafekȋ xweristiye.
Lê em Kurd ji vî mafî bê parin, belê ev maf ji me hatiye sitandin, dijminên mirovahiyê, zordar, nijadperest û despot, qet hebûna vî gelî nas nakin, û na pejrȋnin, welatê me Kurdistan gulberek ji agir e ku em di sînga xwe de hildigirin.
Gelê Kurd xwedî mafê çarenivîsa navneteweyî ye ji ber ku ew miletekî heyî û bindest e lê daxwazên wî tenê rakirina zordestiyê ȗ wergirtina mafê hevweatiyê ye. ango beramber mafê xwe divê kurd dev ji ayidiyeta xwe ya netewȋ Kurdistanî bi giștȋ berdin.
Ji ber vê yekê rewşek du alî weke ku pereyek du riwȋ be, li aliyekî taybetmendiyên kurdî yên zelal û li aliyê din jî taybetmendiyên welatekî din ku kurd ji zarokatiya xwe ve, di dibistanan, de neçar kirine fêrî dilsozî û ayidiyeta wȋ bibin derketiye holê.
Mirovê Kurd di navbera netewbûn û dilsoziya bi dewletên dagîrker û desteserkir yên Kurdistanê re ketiye nav hev.
Gelek caran ȗ ji bo gelek gel ȗ netewan nemaze yên ku xwedȋ welatê rizgar ȗ serbixwe neteweperwerî wek hevwateya welatparêziyê tê bikaranîn.
Wek mȋnak: mirovê ferensȋ tenê welatek heye ku Ferensa ye, mirovê hindî tenê welatek heye ku Hindistan e, her weha mirovê yabanȋ, kenedȋ,ȗ…..ta d jȋ.
Lê Ji bo Kurdan du welat hene: Welatekî rasteqîn ku di wijdanê wî de û di xwîna wî de kûr bû ye ku Kurdistane û welatekî resen ku ew bi darê zorê ji bo dilsoziya wî hatiye xwedȋkirin ȗ mezinkirin.
Ji ber go me kurdistanek serbixwe nîne, ango “Kurdistan wek dewlet li gor yasaya navdewletî”, ku em bibêjin nasnameya me kurdistaniye, Ji her kurdekî re sê nasname hene:
1-    Nasnameya netewî ku bi hebȗna netewekî ve girêdayî ye,nasnameyeke standere,nayê guhertin. her kurdek weke kurd jidayik dibe li kîjan deverê be yan jî di çi demê de be ew bivênevê kurde, ger ku ne dinav kurdan de jidayik bȗ be ȗ zimanê kurdȋ jȋ nizanibe kurde, ango kurdbȗn ne bi vîn ȗ îradeya kesekiye ȗ ne bi xak ȗ demê ve jî girêdayî ye.tenê xweda ew wek kurd afirandiye, ȗ ev curenasname take nasnamek bitenê ye, ji ber go çênabe yek bi du yan sê yan bihtir ji yek netewî be.
2-    nasname ya siyasî(polîtîkî) ango nasnameya girêdayî bi nexșe ya siyasî ȗ sînorê siyasî yê deshelatê ve, ku dibe fereh yan jî teng bibe, ev nasname ne standere, her mirov ku dinava sînorekî siyasî yê desthilatekê de dijî, nasname ya wê desthilatê werdigre, weha jî kurd ku nasnemeya welatê ku têde dijîn ger yên Kurdistan parve kiribin yan jî welatên biyanî yên ku kurd wek penaber yan wek mêvan xwe lêgirtine,ȗ dibe mirov bihtir ji nasnameyekê ji vê cure nasnemeyê werbigire, ango dibe yek nasnameya sȗriye ȗ diheman demê de nasnemeya ferense, emerika yan çi nasnemeya dî jî werbigire.
3-    nasnameya olî ku baweriya mirove, ev cure nasname digel ku take yek nasname ye jî, lê ne standere, dibe ku di bihnekê, yan kêlîkekê de were guhertin, mirov dikare ola xwe ligor bîr ȗ baweriya xwe biguhere.

Nasnameya Kurdistanî hezkirina Kurdistanê ye,hesta pabendbûna bi Kurdistane, ȗ ji vir pêwȋstȋ ȗ giringiya yekkirina têgehên nasnameya Kurdistanê tê holê, ȗ xwe li ser me di çesipȋne, giring e rayedarên pêwendîdar hewl bidin ku têgehên kurdî di mejî û dilê her  Kurdekȋ yekalî bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...

Ezîz Xemcivîn

Ceng deriyekî vekirî ye,

hemû ba û bahozên wêranker
li ser pêyan radike,
gur dike,
talan dike,
diherifîne û dipekîne…
Ceng dêwekî mirovxwir e,
ceng kenkuj e,
batoza mirov e,
piçûk û mezinan diçine!
Dijmin dijmin e,
ceng jî dijmin e,
volkana cengê bitemire,
bila mirovînî neterpile!

03.03.2026
Ezîz Xemcivîn

Marîna Tsvêtayva
Werger ji Rûsî : Bessam Mer’ê

Ji her erdekî
Ji her asmanekî rabikêşim.
Çimkî lêristan dergûşa min e
Çimkî lêristan gorna min e.
Çunke li ser vê erdê,
Tenê li ser yek piyî radiwestim.
Û ezê ji te re goraniyan bibêjim
Her wekû kesî pêştir goranî ne gotibe!
Ezê te ji hemû deman
ji hemû şevan
ji alên zêrîn
Ji şimşîran birevînim.
Û…