EZ Û EHMEDÊ HUSEYNÎ

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed dema semînerên leşkerî yên di kampên Zivistanê de, em di kursiyên dawî de rûdiniştin, ji bo ti kes li me haydar nebin, loma Ehmed ez fêrî  tîpên Kurdî Latînî û hem nivîsandinên Kurdî jî dikir im

Ehmed û birayê wî Seîd li taxa Ruknedîn bi kirê di xaniyekî de nêzîkî pira Nehas bû, gelek caran min serdana wan dikir, di wê çaxê de dîwanek Seydayê Ceger Xwîn min li cem wî dît, texmîn dikim dîwana Ronak bû. Birayê wî Seîd şêwekar bû, û hem li Ûd û Kemencê jî dida

Bi rastî di wê demê de min kesayetiya Ehmed ya ramanî û hem kûrahiya wî ya Saykolocî hîç ez tê negihiştim, lê herdem  Ehmed mijoûl bû weke kelekê an jî volkanekî di hundirê wî de vêxistî bû, û ez dikarim bibêjim ku Ehmed û ew kel bihev re pêvejiyan man, lê hestin li cem min çêdibûn ku Ehmed gelek tiştan ji min vedişêre yan jî eşkere nake

Ehmed baldar û hişyar bû, lewra weke birayekî biçûk li min dinêrî loma gelek caran di derbarê siyasetê de ez hişyar dikirim, lê guhdana wî bi xwendina wî ya zankoyê kêm bû loma di ezmûna sala çaran ya 1982ê de madeya dawî û ya derçûyê bû, Ehmed ji min re got: Seîd min ne xwendîye, ezê li paş te rûnim û bila kaxeta te ji min ve xuya be, loma em keniyan û min jêre got xema nexwe lê gotin û hevokan hinekî bughere

Ehmed gelekî bi min re alîkar bû, û ji min hezdikir carekê di kampa Havînê de ya Zankoyê li bajarê Hums ê, meşek dirêj li cem me hebû di wê meşê de bihinvedanek ji bo xwarinê hebû, min nikarî bû Qutîka Serdînê vekiriba, Ehmed ji dest min girt û got ka ruhê mi ka û bi diranê xwe ew qutîk ji min re vekir

Careke din li kampa Dêra Zorê serkêşê kampê yê Mûqedem ji malbata A’rûd bû, ji xwe ez û Ehmed û Mihemed Raşid Xeznewî texmîn dikim kurê şêx Ezzedînê Xeznewî bû loma yê Serkêş gelek guhdan pê dikir, û hinek xortên din jî, em hemû di çandirekê de bûn, semînerek siyasî çêbû, lewra hingî yê semînerbêj çirand û got: em rêjîmek sosyalîstin û piştivaniya hemû şoreşên cîhanê dikin, çi li Afrîkayê û çi li Amerîka Latînî be û hem alîkariya hemû miletên bindest dikin, di dawiyê de got yên pirsên wan hebin, li ser kaxetê binivîsin û radestî me bikin rabû min ji Ehmed re got: ezê pirisbikim Kurd miletekî bindeste û nêzîkî Sûryayê ne çima hûn piştvaniya wan nakin? Dema pirsa min xwend bêhnek kûr  kişand û bêbavo got: pendek heye dibêje terya kûçik Çil salî di qalib de ma lê qet rast nebû

Gelek wêneyên min û Ehmed bi taybet li Dêra Zorê yên me bi hev re girtine li cem mi nin

Piştî me xwendina Felsefeyê bidawî kir gelek caran diçûm cem Ehmed li bajarê Qamişlo di wê hingê de Ehmed xemxurê birayê xwe Seîd bû di xwest rewşa wî sererast bike û paş re ber bi Ewropayê ve biçe

Lê mixabin cara dawî texmîn dikim di sala 2017-2018ê de bi min re axivî got were Qamişlo, ez li cem wî şevder mam, gelekî em axivîn û gelek mijar me gengeşe kirin û hem ji min xwest ku ez navenda Hrrk ê li bajarê Hesekê birêve bibim, lê birastî min xwe neda ber. Ehmed pir geşbîn bû loma got: Seîd tu li kuye Kurdistana Rojava çêbûye! lê rexneyên min hebûn, û guhertinin fireh di kesayetiya min û wî de çêbûbûn çi ji aliyê ramanî ve, yan ji layê Saykososyolocî û rewşenbîrî, û bi serde rewşa civaka Sûryayê bi giştî û rewşa civaka Kurdî bitaybetî û hem guhertinên Siyasî jî hebûn. Êdî ev sedem hemû û hinek sedemên din jî rola wan hebûn, hiştin hemahigiyên me rawestin, loma texmîn dikim cara dawî bû min Ehmed dît

Bêguman Ehmed kesayetekî perwer bû xemxur û hezkirê welat û miletê xwe bû. Giyan şad bêt Ehmedê dilpak û dilsoz, gor beheşt bê

  

  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…