Peyameke Sersaxiyê bo Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî ve, Nexweşxaneyên Silêmaniyê dergehên xwe li pêş çareserkirina wê girtin bê diyarkirina sedemên rasteqîn, û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Herweha bi awayekî ku bi hîç awayî nahête qebûlkirin, Di heman demê de, Mizgeftên Şarê Silêmaniyê jî termê wê ji bo şûştin û kefenkirinê wernegirt.

Di heman demê de, hejmarek ji pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û partiyên Rojhelatê û sivîlên bêguneh şehîd bûne, ji encama êrîşên tund yên ji aliyê rêjîma Îranê û paşmayên wê yên terorîst ve li ser Herêma Kurdistanê.

Di demê ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serxweşiya xwe pêşkêşî Hevpeymaniya Hêzên Kurdistana Îranê û bo Herêma Kurdistanê û bo malbatên Şehîdan dike, hevdem van êrîşên terorîstî şermezar dikin, ku sivîlan armanc dikin û  dibine sedemê zêdebûna ne aramiyê li ser Herêmê.

Herweha em bang dikin bo Gelê Kurdistanê ku digel Hevpeymaniya Hêzên Kurdistana Îranê û ligel Herêma Kurdistanê bibin alîkar û palpişt li hember zordarî û siyaseta stemkarî ya rêjîma Îranê.

17.04.2026

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Europa

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…