Di bîranîna (128) saliya Rojnameya Kurdistan û Rojnamegeriya Kurdî de

Hişmend Şêxo
Ez vê gotarê diyarî we û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , herwiha ez diyarî hemû xwîner û hezkiriyên rojnamegeriya kurdî dikim.
Di serdema pêşketina şoreşa pêgihînê û Toreyên civakî de ragihandin bi rolekî pêşeng radibe di pêşxistina xebata gelan û Azadiya welatan de , Di heman demê de ez karim bêjim ku hemû Tevger , Partî , Komele û rêxistin bi nerîn û siyasetên rastbîn  , helwestên wêrek û çalakbûna ragihandina xwe xurt û li pêşin , Lewre ragihandin şêweyê herî sereke ye di  karê tevgera rêzanî û xebata demoqrat û aştiyane de.
Bê gûman rojnamegerî karekî giran û bi cefa ye ew karê cefakêşa ye û bi rolekî herî girîng di jiyana miletan de dilîze , ji ber ku herdem bi civakê re têkildare di weşandina zanîn , bûyer, çalakî , lêkolîn , rapor û hwd. Rûpelên rojnameyan kevin , nû û siberojê bi hev de girêdide.
Bi kurtî em dikarin bêjin ku rojnamegerî rewşa jiyana her miletekî bi miletên din re dide nasîn û dibe deng û hawara gelên bindest.
Rojnamegerîya kurdî yek ji wan amûrên girîng û pêşeng e di xebata Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê de, û bi taybetî rolekî wê berbiçav heye di pêşxistina ramanên gelê kurd de ku pêşketinên cîhanê digihîne civaka kurdî , lewre rojnamegeriya kurdî ji aliyê dagîrkerên kurdistanê de rastî gelek kelem û astengiyan hatiye.
Çapemenî wijdanê civakê ye ji ber ku bûyer û nûçeyan bi şêweyekî porofosînel , rastgo û pêwîst radigihîne, ji ber vê yekê Rojnameya Kurdistan hat holê, têde Miqdad bang li gelê kurd kiriye ku xwe bighînin zanistiyê û hawara gelê xwe bighînin dunyayê.
Rojnamevanên cefakêş :
Di 22 Nîsana 1898 an de û berî bi (128) salan Mîrê rojnamegeriya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîra li paytexta Misirê rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya Kurdistan derdixe û dûrî xaka Kurdistanê li derveyî welêt belav dike..
weşandina Rojnameya Kurdistan ne tenê xebateke neteweyî û rewşenbîrî ye lê belê ew şoreşeke çandî bû di dîroka gelê kurd de. Û ji wê rojê de heya roja îro roja 22 yê Nîsanê hemû medyekar û dezgehên ragahandinên kurdî û tevahî gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt hersal vê rojê bi bîr tînin û pîroz dikin.
Di wê serdemê de rojnameya (Kurdistan) bi rolekî girîng radibû di gihandina zanyarî û bûyerên navçeyî , cîhanî û Kurdistanî de.
Mîrê rojnamegerîya Kurdî Miqdad Midhet Bedirxan di hejmara Yekê de û di rûpela destpêkê de ya rojnameya Kurdistan de wisa dibêje :
 “Keyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêrin, di dinê de rast û qewîn e. Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dewlmendin, di dinyayê de çi dibe wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me’arîfetê bikim, Heta niha kesî cerîdekî wiha ne nivîsiye, ev cerîdeya mina ha ya ewilî ye, loma wê gelek kêmayî hebin.  Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin..
Herwiha Miqdad Midhet Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameyê wiha tîne zimên : 
“ Di dema me ya îroyîn de, êdî her tiştên ku li dinyayê diqewimin, ji hêla rojnameyan ve tên nivîsandin û ragihandin. Gelek tiştan em ji rojnameyan fêr dibin. Lê mixabin, kurd, ên ku hew çend wêrek, egîd û merd in, ji tiştekî wiha kêrhatî kêm mane. Ez jî vê rojnameyê derdixim da ku, we kurdan ji bûyerên dinyayê agahdar bikim, rêyên zanistî û merîfetê nîşanî we bidim û we teşwîqê nivsandin û xwendina kurdî bikim…”
Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li kuderê mirov fêr dibe, li kuderê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li kuderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.
Rojnameya Kurdistan li serhev (31) hejmar derketin. Miqdat Midhet Bedirxan (5) hejmarên pêşîn derxistine, lê ji ber zordestiya dewleta Osmanî Miqdat Midhet Bedirxan nema karibû derxista , Piştre birayê wî Ebdilrehman Bedirxan rojnameyê berdewam dike. Ebdilrehman Bedirxan jî ji ber zilma dewleta Osmanî, piştî Qahîreyê, li Siwîsre û Îngilîstanê dest bi derxistina rojnameya Kurdistan kir. Rojnameya Kurdistan li ser hev 31 hejmarên wê derketin (Hejmar 1 di sala 1898an de – Hejmar 31 di sala 1902 an de).
Hejmarên 1’ê heya 5’an li Qahîreyê, hejmara 6’an heya 9’an li Cinêvê li Swîsrayê, hejmara 20’an heya 23’an dîsan jî li Qahîrayê, hejmara 24’an li Londonê, hejmara 25’an heya 29’an li Folkistona Başûrê Îngilîstanê û hejmara 30’î heya 31’ê careke din li Cinevê hatiye weşandin.
Di heyama 47 meh û 22 rojan de, di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Di 13’ê Nîsana 1909an de rojnameya «Kurdistan» ji aliyê Osmaniyan ve hate rawestandin.
Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û rewşenbîrî ya nûjen û hişyarbûna netewî ya kurdî dest pêkir.
Di vê derbarê de hêjayî gotinê ye ku li Kurdistana Sûriyê jî tevî astengî û çav soriya rêjîma Bes a şovînî li ser gelê kurd , Lê xebatek ragihandinî hêja hatiye kirin û gelek rojname û kovar bi zimanê kurdî hatine weşandin wek :
Hawar , Ronahî , Dengê Kurd , Dîmoqratî , Gulistan , Pêşeng , Rêya Rast , Kurdax , Zanîn , Nasname ,Pêşverû , Aso , Gelawêj ,Hêvî , Pirs , Newroz , Deng , Stêr , Xunav , Gurzek gul , Dengê Kurdistan , Sorgul , Leylan , Rewan , Roja Ciwan ,Pênûsa Zimên , Sîwan , Şermola , Lêkolînên istratîcîk û gelek rojnameyên din.
Hêjano ji ber çav sorî û hovîtiya dagîrker û zordestan gelek rojnamevanên kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine zîndan kirin û kuştin , Di salên 90î de li Kurdistana Bakur, rojnamevanên paye bilind û navdar wek Mûsa Enter, Husên Deniz, Medet Serhat, Hafiz Akdemir û gelek rojnamevanên din ji aliyê dewleta Turkiyê ve hatine kuştin.
Qûnaxa Duwem ji xebata ragihandinê îzgeh û Radiyo bûn
Hêjano her di vê derbarê de hêjayî gotinê ye ku em keda û xebata radiyoya Êrîvanê bînin ziman.
Radyoya Êrîvanê beşê kurdî bi xebat û keftûleftên giran ên kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Xelîl Muradov di sala 1955an de dest bi weşana xwe kir. Bi taybetî keda Xelîl Muradov hêjayî pesnê ye ji ber ku wî 24 salan (ji 1957an de heta 1981ê de) serokatiya radyoyê kiriye û hemû stiran , awaz û meqamên kurdî di dema wî de û bi serokatiya wî hatine qeydkirin.
Herwiha herdu îzgehên kurdî ya Qahîra û Bexdê di dema xwe de bi rolekî girîng radibûn. 
Qûnaxa piştî wê xebata radiyoyên kurdî li Kurdistana Basûr destpêkir ku herdu partiyên sereke  (PDK û YNKê) radiyoyên kurdî taybet bi mijarên rêzanî , partîzanî û şoreşgerî vekirin. Lewre Yekîtî Niştimanî Kurdistan di Çiriya pêşîn ji sala 1976an de karê xwe kir û ji ber tunebûna herêmeke aram tu cîgeh û navend ji îzgehê re tune bûn û heya bi sê salan veşartî bû û di / 20 / 3 / 1979an de di demjimêr Şeş bi êvarî îzgehê dest bi karê xwe kir û wisa digot: 
Dengê Gelî Kurdistan. Dengê Yekîtî Niştimanî Kurdistan.
هنا إذاعة صوت شعب كردستان. صوت الاتحاد الوطني الكردستاني.
Qûnaxa sêyem ji xebata ragihandinê desthilata ezmanî ya kurdî bû
Gotin û gengeşeyeke fireh li welêt û li derveyî welêt dihatin kirin ku wê telefizyoneke kurdî were vekirin. Ew nûçeya rojnameyek dirêj û tije pirsên bêbersiv bû, lê ew axaftin û pirsên xelkê yên rojane bûn destpêka jiyaneke nû , û di havîneke germ de bû aveke sar û têhina sed salan a vê xaka pîroz şikand.
Med TVê di 15ê Gulana 1995an de li Londinê dest bi weşana xwe kir. Med TVê rojane şeş demjimêran bi zimanên Kurdî, Tirkî, Asûrî û Erebî weşana xwe dikir û li Ewropa, Ifrîqiya Bakur û Rojhilata Navîn dihate temaşekirin. MED TVê bi vê yekê gaveke mezin di dîroka çapemeniya kurdî ya nûjen de avêt û sînorên di nav kurdan de bi rêyeke modêrn, bi rêya teknolojiyê rakirin.
Roja 15’ê Gulana sala 1995’an çapemeniya kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê dest bi pêngaveke din kir.
Med TV bi wê logoya xwe ya rengîn , reng ji rengên xak û xwezaya Kurdistanê, bi sirûda netewî ya kurdî “Ey Reqîb” , bi wê muzîka balkêş û hişyarker dest bi kar û weşanê dikir û bi sed hezaran ji gelê me li ber rûdiniştin û temaşe dikirin.
Rûberê ku Med TV dabû ber xwe pir berfireh bû ji Ewropa bigire heya Bakurê Ifrîqiya û Rojhilata Navîn bû. Ronahî û ekrana wê ya tije helwestên wêrek , pirogramên wê yên dagirtî , xurtbûna pêşkêşvanên wê, deng û rengê hunermendên herî binav û deng , hevpeyvîna bi siyasetmedarên navdar û kesayetiyên kurdistanî re , rênas û dîrokzanên ku me tenê navên wan bihîstibûn û hinek ji berhemên wan xwendibûn me ev tev cara yekê bi rêya MED TV dîtin û naskirin.
Med tv yekem telefizyona kurdî pêngav û şoreşek modêrn bû di jiyana gelê me de.
Piştre gelek Telefizyonên kurdî çêbûn wek : Kurdistan Tv , Kurdsat , Gelî Kurdistan , Rûdaw , Kurdistan24 , Tîşk Tv , Rohilat , Cemawer û hwd.
Piştî ku bayê guherînê li Rojhilata Navîn da û derbasî Sûriyê bû rewşa gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bi tevahî hat guhertin û ji hemû aliyan ve derbas qûnaxeke nû bû , û li ser asta çapemeniyê jî xebatek ragihandinî hêja hate kirin û gelek rojname û kovar bi derketin , herwiha gelek radiyo û tv bi rêketin wek : Dengê Efrînê , Dengê Pêşverû , Dengê Miştenûr , Ronahî tv hewd..
Beşdarên berêz 
Rojnamegerî pîşeyeke dijware, û îro li seranserî cîhanê kesên ku herî zêde rastî tundiyê tên medyekar û rojnamevan in , û bi taybetî jî rojnamevanên kurd in.
Lê mixabin piştî (128)  salan ji weşana yekem rojnameya kurdî “Kurdistan” û digel pêşketina şoreşa pêgihînê û toreyên civakî  ji Radiyo , Tv û medya û malperên cihêreng tê xuyakirin ku çapemeniya kurdî hîn dîlê gilî û gazina ye û gelek caran dûrî şêwazên zanistî û dahûrandinê ye , û lêkolîn û zanistên nûjen têde kêmin , ev jî ji encama tunebûna pirojeyek ragihandinî yekgirtî li ser bingeha dîtin û bernameyên siyasî ye , herwiha ji ber tunebûna navendên lêkolînan û kesên pisporin.
Di vê çarçewê de gelek çewtî di karê ragihandinî de bûye û ciyê mixabiniyê ye ku di gelek qûnaxan de dilsozî û wefadariya ji kesayetiyan re di pêşiya dilsozî û girêdana bi kurdayetîyê re bûye.
ji ber vê yekê dema ku karê rojnamegeriyê bê sîstem û piroje be dê bandoreke neyênî li ser doza kurdî li her çar perçeyên kurdistanê bike , lewre ji dezgehên rojnamegerî , partiyên siyasî ,  pisporên ragihandinê , hişmend û rewşenbîrên kurd tê xwestin ku li ser vê kêşeyê rawestin û hişiyarîyekê bidin civaka kurdî û hewl bidin ku saziyek ragihandinî kurdistanî bihêz ava bikin da ku hawara gelê kurd û rewabûna doza netewî ya kurdî bighînin dunyayê û bandorê di raya cîhanî de bikin ji bo piştgîriya doza kurdî ya dadmend.
Di dawiya vê waneyê de û bi helkefta (128) saliya Rojnameya Kurdistan ez germtirîn pîrozbahiyan arasteyî we û tevahî gelê xwe û hemû hevalên xwe yên rojnamevan dikim , Herwiha ez cejina hemû nivîskarên kurd pîroz dikim û hêviya min ewe ku xebat û tekoşîna malbata Bedirxaniyan bimîne ronahiyek di rêya xebata rojnamevanên kurd û rojnamegeriya kurdî de. 
Silav li giyanê pêşengên ragihandina kurdî : Diktor Kamîran Bedirxan , Diktor Nûredîn Zaza , Apê Osman Sebrî , Rewşen Bedirxan , Qenatê Kurdo ,Hemreş Reşo , Diktor Kemal Mezher Ehmed , Diktor Izedîn Mistefa Resûl û Mamoste Cegerxwîn .
Silav li giyanê hersê rojnamevanên ciwan û hêja : Ferhad Çelebî , Rezoyê Osê , û mamoste Selah Berwarî
Sed silav li giyanê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan
Pêşketin ji Ragihandina Kurdî re
Efrîn / 22 / 4 / 2026 Z – 2638 K
*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…