Mixabin! Çavên me qerimîn û şadî ne hat..! Ne me ew ji bîr kir û ne ew winda dibe.. û wiha em di welatê xwe de, di nav êş, jan û sirgûnkirinê de, çavnêrên wê ne.. Her ku deriyek vedibe, em dibêjin; belkî şadî têre derbas bibe! Her ku mûmek vêdikeve, em bi hêvî dibin ku li ber ronahiya wê şadiyê bibînin..
* * *
Ezbenî! Nîtşe, feylesofê Almanî bingehê felsefeya xwe li ser du hîmenên ku di hundirê mirov de diçing û tên ava kiriye. Yek jê, belû û eşkere ye, ya din nepen û veşartî ye.. Di baweriya min de Orhan Pamuk jî di nivîsên xwe de li gor felsefeya Nitşe liviya ye, ta ku wî xelata Nobel wergirtiye. Ew di hundirê qehremanên romanên xwe de, li wan tiştên veşartî gerya ye.. Belû ye tiştên diyar her kes bi wan zan e, lê ez heyranî wî mirovî bim yê ku karibe wan tiştên ne diyar, bi hunereke bedew û bawerî diyar bike.. Erê ezbenî wek ku kurdan gotiye; “Bi xweziya kesî ranehiştiye baqê keziya”.
* * *
Ezbenî! Nikarim bi her kesî re bikenim.. Bi her kesî re bigrîm..! Dixwazim normal bijîm, rojên xwe wek rojên her çar demsalên salê derbas bikim: Zivistanê; xwe ji şîpên berfa çiyayê Toros û zagros biparêzim.. Buharê; bi çûk û çivîkên welatê xwe re bifirim.. Havînê; bi roka welatê xwe re bikenim û Payîzê; sapê jiyana xwe, li Beriya Mêrdînê, ser bênderên Doda bidêrim û bidêrim..

Şîrove (0)