Helbest u Vidyo

Ji temenê Kulîlkan.


Mizgîn Hesko

Ji temenê kulîlkan
Hîn jî spêdeyek
Rê û rêwan
Hîn jî avrêl in…!

Çend bîstikên din
Û di xirecira bihara navîn de
Tiliyên keskesorê
Perwane vêdixînim…!

Dem û dewr
Hîn jî elind e
Pêkên…
Ku hogirî dilê siruştê bûne
Û tevî têlên rêsayî
          Û pencên êşê

Bifirê dixînim…!
Û hêvî…
Deriyekî vekirî û bê dawî ye
Êdî vegera jê…
Xwekuştin e
Û ji destxistina heyvanê roniyê
Hem dilzarî
Û hem mirin e..!

Wiha û di vê riyê de
Ji temenê kulîlkan
Hîn jî spêdeyek…!

Baweşîna gulava omîdan
Yan jî…
Bênderek ji nîsanokên sava?!

Destên tîrêjê
Çivîk…
Ji hêlînên hevrîşimîn
Û ber bi kenaran ve
Bi çîvçîva xwe
Û kulîlkên ji şaxikên daran
Weriyayî !
Û liv û tevgera spêdeyê
Ron, bişirîn û silav e

Û ev tiliyên bi hingivê hunerê
Mest..
Ji şanên xwe der tên
Û li ser kirasê asûmên
Vedigerin pirpirîkên matmayî
Û piştî bîstikekê
Di xirecira werzê de
Û li ser pêsîra hêviyê
Pir hêmin
Û rewan aza
Diçin ava…!

29.Avrêla 2024

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…